HATAY- Murat Yanil, hevjina xwe Songul Yanîl a destûr neda alkolê vexwe, kuşt.
Murat Yanîl, hevjîna xwe Gungul Yanîl a Taxa Mîmar Sînan a navçeya Kirikhana Hatayê dijî, qetil kir. Li gorî agahiyan, Songul Yanîl nexwest hevjînê wê bi alkol were malê û berteka “Ger tu alkol bernedî ez ê zarokan bigrim û ji malê derbikevim, tu yê çareke din min û zarokên min nebînî” nîşan da. Murat Yanîl piştî gotina “Tu hevjîna minî, tu nikare here, ger tu here ezê te bikujim” çeka nêçîrê gird destê xwe û hevjîna xwe kuşt. Dayika 3 zarokan, bi guleyê jiyana xwe ji dest da. Cenazayê Yanîl birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikhanê û pişt re ji bo otopsiye birin Saziya Tipa Edlî ya Edene yê.
Murat Yanîl piştî bûyerê hat binçavkirin, piştre sewqî dadgehê kirin.