AGIRÎ - Mehmet Şakîr Şahîn ku li navçeya Panosê bi îşkenceyê pîsî bi hevsera xwe da xwarin ji ber tawanbariya "eziyetê" hat girtin.
Li navçeya Panosê ya Agiriyê Mehmet Şakir Şahin (26) ku li ser civaka medyayî dîmenên wî yên ku bi îşkenceyê pîsî bi hevsera xwe xwarin û piştî van dîmenan hatibû binçavkirin, sewqî edliyeyê hat kirin. Dadweriya Cezayê Sulhê ya Panosê bi tawanbariya "eziyetê" biryara girtina Şahîn da û ew şandin girtîgehê.
Hat hînbûn ku jina şidet lê hat kirin jî ji aliyê Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî hatiye parastin.