Cîgirê Serokê AKP'î hat kuştin

WAN - Cîgirê Serokê AKP'ê yê Qelqeliya Wanê Aydın Ahi di êrîşa çekdarî de hat kuştin.

Cîgirê Serokê AKP'ê yê Qelqeliyê Aydin Ahî şevê din di êrîşek çekdarî de hat kuştin. Di 1'ê Tîrmehê de jî Cîgirê Serokê AKP'ê yê Lîcê Orhan Mercan hatibû kuştin. Cîgirê Serokê AKP'ê yê Wanê Aydın Ahî şevê din li ber mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat. Ahî ku di êrîşê de bi giranî birîndar bû dema rakirin nexweşxaneyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê lepirsîn û lêkolîn hat destpêkirin.