Helîkoptera agir vemirand ket

ÎZMÎR – Helîkoptera ji bo agirê darîstanê vemirine rabû ket gola bendavê. Erkdarên bendavê, personelê helîkopterê yê birîndar xelas kirin.

Helîkoptera agirkuj ku ji 5 personelan pêk dihat, dema xwest ji Bendava Tahtali avê bigre û agirê daristana Gumeldur ê Îzmîrê vemirîne, ket avê. Hat gotin ku helîkopter aliqiye cismekê dinava ava tanka ku jêre dibêjin “Bambî” û ketiye nava avê. Erkdarên bendavê, yek jê sivik, 5 personelên birîndar bûn xelas kirin.