Girtiyên Girtîgeha Bozkûrtê, rojê bi 5 TL'yî dixebitînin

DENÎZLÎ - G.B. yê ji Girtîgeha Vekirî ya Jinan a Bozkûrtê tehliye bû, dest nîşan kir ku li girtîgehê li gel muameleyeke nebaş girtî heta 12'ê şevê bi beramberiya 5 lîreyî tên xebitandin. Serokê Baroya Denîzliyê Mujdat Îlhan jî, parast ku li girtîgehê hilberîneriyeke cidî heye û ev ber bi markebûnê ve diçe.


Girtiya bi navê T.B. ji ber ku li Girtîgeha Vekirî a Jinan û Gerînendetiya Mala Perwerdehiyê ya Zarokan a Navçeya Bozkûrtê ya Denîzliyê bi zorê hat xebitandin ser çavê wê felcî bû û sewqî Girtîgeha Vekirî ya Jinan a Koceliyê hat kirin. Keça T.B., Z.B diyar kir ku dema ew ji bo serdana diya xwe diçû girtîgehê wê didît ku girtiyên zarok, extiyar û yên din bi zorê dihatin xebitandin û bi muameleyên kirêt re rû bir û diman.

‘MIN JINÊN EXTIYAR ÊN ÇOPÊ DIKIŞANDIN DÎTIN'

Z.B., tiştên li girtîgehê dîtin û bihîstin wiha vegotin: "Dema em ji bo hevdîtinê diçin em bi muameleyên nebaş re rû bi rû dimînin. Xwarina ku girtî dixwin zaf xirab e. Gelek caran birçî dimînin. Min jinên extiyar ku tim bi erebokên destan çop dikişandin didîtin. Heta ber deriyê nîzamiyeyê girtî paqij dikin."

'BI PORÊ JINÊN GIRTÎ DIGIRIN Û WAN BI ERDÊ VE DIKIŞÎNIN'

G.B. ku got divê navê min neyê eşkere kirin, lew "dema dîsa em biçin dê îşkenceya çînî li me bikin" diyar kir ku ew sal û nîvekê di girtîgehê de maye û îsal tehliye bûye. G.B., derpêş kir ku sergardiyanê bi navê D. bi porê zarok û jinên girtî digire û wan bi erdê ve dikişîne. G.B. got ku paşê jî ji bo gardiyan xwe mafdar derxînin girtiyan dişînin girtîgehên girtî. G.B. wiha axivî: "Ji tirsa me jî li hemberî pêkanînên gardiyanê bi navê D. tiştek nedikir. Girtiyeke zarok a bi navê Ozlem nû hatibû. Dema gardiyanan heqaret lê dikir wê jî bersiva wan dida. Belaheq û belasebeb îşkence li Ozlemê kirin û wê şandin Girtîgeha Girtî ya Denîzliyê. Paşê em hîn bûn ku cezayê dîsîplînê jî lê birîne. Gardiyanê bi navê C. jî tu tişt nedima ku nedianî serê girtiyan. Tim heqaret li me dikir."

‘BIJÎŞK HENEKÊN XWE DIKIRIN'

G.B., dest nîşan kir ku dema ew diçûn revîrê bijîşkan tim henekê xwe bi wan dikir. G.B. got ku, her çi qas navbera stû û newqa wê ji hev çûbû jî wê neşandine nexweşxaneyê û ji dêvla vê wê bi zorê dane xebitandin. G.B., derpêş kir ku bi awayekî kêfî îşkence li girtiyên xwedî zarok dikirin û zarokan bi zorê ji diya wan vediqetandin. G.B. wiha domand: "Li kantînê tu gotin nedima ku gardiyanan ji me re nedigot. Kantînvanê mêr xirabtir bû. Tim heqaret li me dikir û dansûtendina me asteng dikir. Di zivistana dijwar a Denîzliyê de me bi zorê li derve didan sekinandin. Em direhilîn."

‘JI BER XEBTA LI WIR SEQET BÛM'

G.B., diyar kir ku loxerên ku dixitimîn jî bi wan didan paqijkirin û her wiha personelên mêr yên ji bo loxeran ji derve dihatin jî digotin "Bêhn ji we tê jinikno" û heqaret li me dikirin. G.B. wiha axivî: "Ji tirsa me nikaribû goreyek xwe, kincek xwe bişûştana, me di bin ranzayan de vedişart. Di makîneyekê de kincên 40 kesî kom dikirin. Dema me digot qet nebe em xewliya xwe bi destan bişon, lê destûr nedidan. Piraniya jinan jî li atolyeyên girtîgehê heta saet 12'ê şevê bi beramberiya 5 lîreyî dihatin xebitandin. Ji bo destûrên me neyên betalkirin û em zarokên xwe bibînin me dengê xwe nedikir. Niha ji ber xebata li wir seqet bûme, nikarim milê xwe bi kar bînim. Sal û nîvekê mam, lê nêviyê temenê min çû. Hîn jî min derûniya li wir ji ser xwe neavêtiye."

SEROKÊ BAROYÊ ÎLHAN: YEKANE GIRTÎGEH E KU BÛYE MARKE

Der barê îdiaya ku li girtîgehê girtî "bi darê zorê" tên xebitandin, me xwest em agahiyan ji Serokê Baroya Denîzliyê Mujdat Îlhan wergirin. Îlhan got ku, li girtîgehê hilberîneriyeke cidî heye. Serokê Baroyê Îlhan diyar kir ku wan xebata bi zorê ya li girtîgehê nebihîstiye, lê belê ew ê lêkolîn bikin. Îlhan, parast ku girtîgeh bi hilberîna xwe bûye marke û wiha domand: "Em zaf meraq dikin ku ev nûçe çawa ji we re hatine. Li Tirkiyeyê yekane girtîgeha ku hilberînî lê tê kirin û bûye marke Girtîgeha Vekirî ya Jinan a Bozkûrtê ye. Karê bi navê Den-ce ku bi berên destan û tekstîlê bûye marke lê heye û ev bi awayekî profesyonelî tê kirin. Zaf meraq dikim ku vê yekê çawa wek xebata bi darê zorê têdigihên. Tu agahiyên wisa ji me re nehatine. Lê her çi hîkmet be ev tişt we dibînin. Her sal komîsyonên me 3-5 caran diçin û xebatan dikin. Ji pirtûkan bigire heta malzemeyên şexsî pêdiviyên jinan û zarokan tên peydekirin û em dişînin. Lê me xebata bi zorê nebihîstiye, lê em niha nîşe digirin û em ê roja duşemê tespîta wê bikin. Lê belê tiştên ku heta niha ji aliyê çapemeniyê ve hatine gotin li wir nebûne cihê pirsgirêkan."

Gokhan Oner - dihaber