Elewî: Ji bo her kesî edalet

ÎZMÎR - Di 24'emîn salvegera Komkujiya Madimakê de, elewiyan li hemberî komkujiyên nû banga têkoşînê kir û diyar kirin ku dê daxwaza wan a "Ji bo her kesî edalet" tim û tim bidome.

Di ser Komkujiya Madimakê ya 2'yê Tîrmehê tam 24 sal derbas bûn. Heta niha ne kiryar hatine cezakirin û ne jî rê li ber komkujiyên nû hatine girtin. Elewiyan diyar kir ku dê daxwaza wan a "Ji bo her kesî edalet" tim û tim bidome.

'DIVÊ RÊXISTINÊ ELEWIYAN BIBIN YEK'

Serokê Komeleya Çandê ya Elewiyan û Cemxaneyê ya Îzmîrê Mehmet Bozkûrt, diyar kir ku di 2'yê Tîrmeha 1993'yan de di şexsê elewiyan de demokrasî, heq û huqûq hatine qetilkirin û wiha axivî: "Di şexsê wan canan de tunekirina baweriyekê hatiye xwestin. Îsal jî em ê wek her salê li cihê komkujiyê bin. Em hêvî dikin ku careke din 2'yên Tîrmehên din neqewimin. Ji bo demokrasiyê bi salan e ku elewî bedêlê didin, canên wan tên qetilkirin û tên sirgûnkirin. Lê dê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Wek duh dê îro jî bi dengekî bilindtir xwedî li doza xwe derkevin."

Bozkûrt bi bîr xist ku beriya Komkujiya Kerbelayê bi demekê pere, hebûn weadî cemaeta mizgeftê hatiye kirin û bi vê fitweyê mirov tevgeriyane û wiha got: "Mixabin îro li Tirkiyeyê bi weada van berjewendiyan ev tişt tên kirin. Helbet ev jî xebateke dewletê ya li hemberî elewiyan e. Em vana şermezar dikin. Divê rêxistinên elewî bibin yek hêz û hîn bêtir hevdu hembêz bikin. Lê belê, ji dêvla ku hêzdar bibin elewî serê xwe bi hevdu re diêşînin. Ev jî kêmasiyeke elewiyan e."

'NE ÎKTÎDARA KESAN A GEL DIVÊ'

Bozkûrt wiha domand: "Li gor baweriya elewiyan; ji bo xwe çi bixwazim divê ji bo kesên din jî heman tiştî bixwazim. Yanî edalet. Tiştên ku Kiliçdaroglû dibêje watedar in û girîng in, lê belê têr nakin. Dema şaredarên partiyên din û parlementer hatin girtin Kiliçdaroglû bêdeng ma. Heta doza betalkirina destnedayînan kir. Dema ewil parlementer hatin girtin diviya dest bi vê 'Meşa Edaletê' bikirana û dê watedartir bûna. Lê dereng be jî ev bangewaziya edaletê ji bo me watedar e. Di pergaleke biedalet de îktîdara kesan nabe, ya gel dibe. Ji ber vê yekê em piştevaniya vê Meşa Edaletê dikin."

'DÊ ELEWÎ LI BER XWE BIDIN'

Pîrê Elewiyan Halîl Aydin jî dest nîşan kir ku di Komkujiya Madimakê de ne elewî mirovahî hatiye şewitandin û wiha got: "Di koka dewleta Tirkiyeyê de dijminahiya bi elewiyan re heye." Aydin, diyar kir ku çi dibe bila bibe dê elewî tim û tim bawerî û çanda xwe bidomînin û wiha axivî: "Baweriya me heq, huqûq û edaletê difermîne. Ji ber vê yekê me dikujin, qetil dikin. Elewîtî bi wan giran tê. Lê dê elewî bêdeng nebin û dê li ber xwe bidin."

'TENÊ EDALETA JI BO XWE NABE'

Welatiyê elewî yê bi navê Huseyin Kaya jî, anî ziman ku ji ber çewisandinên salên 80'yî yên li hemberî elewiyan wan ji Elbîstana Mereşê koçî Îzmîrê kiriye. Kaya, got ku hîn jî li hemberî elewiyan polîtîkayên bişavtin û komkujiyî didomin. Kaya, diyar kir ku dê elewî tim û tim li ber xwe bidin û Meşa Edaletê ya ku Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû da destpêkirin bi bîr xist û wiha got: "Zaf dereng ma, lê belê gaveke muhîm e. Niha kes nizane ku qesda CHP'ê ji edaletê çî ye. Tenê edaleta ji bo xwe nabe. Edalet ji bo elewî, kurd, karker, jin, xweza û her kesî divê. Hêvîdar im ku Kiliçdaroglû û CHP'ê çi hewce be bikin."