EDENE - Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê roja hevdîtina vekirî ya girtiyên PKK'î û DAIŞ'î xistine heman rojê. Rêveberê girtîgehê dixwazin PKK'î û DAÎŞ'î li heman qadê derkevin ziyaretê. Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Edeneyê Parêzer Tûgay Bek, diyar kir ku ferz dikin ku girtî û xizmên PKK'î û DAIŞ'ê li qadekê hev ziyaret bikin.
Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê roja hevdîtina vekirî ya girtiyên PKK'î û DAIŞ'î xistine heman rojê û her wiha tê xwestin ku li heman cihî hevdîtinê çê bikin. Tê diyarkirin ku bi vê yekê polîtîkayeke rageşiyî tê sepandin. Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Edeneyê Parêzer Tûgay Bek got ku, her diçe binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyan zêde dibin.
'AMADEKARIYÊN ZEMÎNA PROVAKASYONÊ TÊ KIRIN'
Bek, ragihand ku girtiyên PKK'î ji bo tevî yên DAIŞ'î li heman nêvengê hevdîtinê bi xizmên xwe re çênekin dernakevin hevdîtinê û vê rewşê protesto dikin. Bek wiha got: "Axirê girtî dernakevin hevdîtinê. Li qada hevdîtina vekirî hevdîtin li girtî û xizmên PKK'î û DAIŞ'iyan tê ferzkirin. A rast ev amadekirina zemîna provakasyonekê ye. Her wiha ji bo ev tişt çêbibe tevgerînek jî heye. Ji bo dawî li vê pêkanînê bê girtî û hikûmxwaran daxwazên xwe anîne ziman, lê belê îdareya girtîgehê di vê mijarê de israr dike."
Bek, anî ziman ku li qada hevdîtinê mase û cam hene û heke tiştek neyînî çêbibe dê bûyereke cidî biqewime. Bek, got ku divê îdareya girtîgehê demildest dev ji van pêkanînan berde. Bek, dest nîşan kir ku îdareya girtîgehê bi awayekî zêde binpêkirinên mafan dike û li qada ku girtî sporê lê dikin amûra X-rayê bi cih kiriye û girtiyên di amûra X-rayê re derbas nabin nikarin têkevin qada sporê.
JI BO DERBASÎ QADA SPORÊ BIBIN DIVÊ DI AMÛRA X-RAY'Ê RE DERBAS BIBIN
Bek wiha axivî: "Girtiyên ku bi pêlavên xwe yên sporê di amûra X-Rayê re derbas dibin, bi hinceta pêlava wan witiyaye nehiştine ku derbasî qada sporê bibin. Metalên ku di qeytanên pêlavan de hene, di dema derbasbûyîna di amûra X-Rayê re bûne sedema witînê. Ji girtiyan hatiye xwestin ku van metalan derxînin. Lê belê ev amûr di bin kontrola girtîgehê de dikevin hepsê. Dema ev pêlav li qawîş, ode û qadên din tên bikaranîn îdareya girtîgehê tiştekî nabêje. Lê belê pêlavên ku divê li qada esasî bên bikaranîn têne stengkirin. Ev tiştekî deraqilî ye. Mirov dikare bibêje ku ji bo tepisandin û bipêkirina rûmeta girtiyan tiştekî wisa dikin. Hat ragihand ku sirf ji ber vê girtî û hikumxwar nikar in qada sporê bi kar bînin."