ŞIRNEX - Ji ber "şahidên nepen" ên xeyalî yên wek “Günbatımı”, “Gümüş”, “Poyraz”, “İskender”, “Asya”, “Vatan”, “Pamuk” li Şirnex û navçeyên wê bi sedan kes di girtîgehan de ne. Her wiha beyanên şahidên eşkere yên wek R.D., M.E.T., S.B., M.Ş.İ., A.G., M.I. ku di îşkenceya polîsan de îfade dane jî ji aliyê dadgehê ve esas nayên girtin. Bi raporan jî piştrast bû ku M.Ş.Î. ku li ser birayê xwe îfade dabû û gotibû "Endamê YPS'ê" ye, berastengê zihnî ye.
Piştî qedexeya derketina kolanan ku di navbera 2015-2016'an de hatibû îlankirin bi dawî bû, li Şirnex û navçeyên wê der barê bi sedan kesî de doz hatibûn vekirin û ev doz xwe dispartin îfadeyên şahidên nepen û eşkere. Bi taybetî jî li Cizîrê ji ber îdianameyên dozger ku xwe dispartin îfadeyên şahidên nepen û eşekere, bi sedan mirov hatine mexdûrkirin.
ÎFADEYÊN ŞAHIDÊN 'XEYALÎ'
Di danişîna dozên ku li se rîfadeyên şahidên nepen ên wek “Günbatımı”, “Gümüş”, “Poyraz”, “İskender”, “Asya”, “Vatan”, “Pamuk” hwd. hatine vekirin de, tim û tim guhdarîkirina van şahidan tê redkirin. Der barê van şahidên nepen ku îfadeya wan li ser bi sedan kesî heye de biryara "daxwaza parastina şahid" hatiye rakirin û her wiha dadgeh jî qebûl dike ku di îfadeyên wan de nakokî hene. Li gor parêzerên ku van dozan dişopînin jî, piraniya van şahidan jê sanal in û gelek jê jî ji aliyê polîsan ve tên afirandin.
Şahida nepen a bi bernavê "Asya" li ser Nûnerê Cizîrê yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Serdar Kunî de îfade dabû û ji ber van îfadeyan Kunî demekê girtî mabû û 4 sal û 2 meh ceza lê hatibû girtin, lê paşê hatibû berdan. Ji ber îfadeyên şahida nepen "Asya" ku dadwer şahidiya wê betal kiriye, hîn jî gelek kes girtî ne.
JI BER ÎFADEYÊN DI BIN ÎŞKENCEYÊ DE GELEK KES GIRTÎ NE
Gelek kesên ku di danişînan de wek şahid dihatin guhdarîkirin, tînin ziman ku di bin çavan de ji ber îşkenceyên polîsan wan ev îfade dane û girtename bi wan hatine îmzekirin. Yek ji van şahidên eşkere jî R.D. ku ku tê îdiakirin ku li Cizîrê 250 kes teşhîs kirine. R.D. di hemû danişînan de diyar kir ku di bin çavan de îşkence lê hatiye kirin û ev îdia ne aîdî wî ne. R.D hîn jî di girtîgehê de ye û îşkenceya lê hatiye kirin di raporan de jî xwe daye der. Ji ber van îfadeyên wî yên ku wan qebûl nake gelek kes girtî ne. Hat hînbûn ku ji ber îşkenceyê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê tedawîkirin. Giliyên wî yên der barê îşkenceyê de esas nayên girtin.
GIRTENAMEYÊN TEŞHÎSÊ TÊN REDKIRIN
Kesê bi navê M.E.T. jî ku tê îdiakirin ku di bin çavan de gelek kes teşhîs kirine, di danişînan de girtenameya teşhîsan red dike û tim tîne ziman ku di dema serdana ÎŞ-Kûr'ê de hin kaxez bi wî hatine îmzekirin. S.B. ku dema di bin çavan de bû û li ser nêzî 40 kesî de îfade dan jî, diyar kir ku wî der barê xizm û cîranên ku nîşanî wî hatine kirin de tenê gotiye ew wan nas dike, lê belê di girtenamyên polîsan de wek "Endamê YPS'ê ye, di mewziyan de nobet digirt" cih girtine. Her wiha der ket holê ku M.Ş.Î. ku li ser birayê xwe îfade daye û gotiye endamê YPS'ê ye, berastengê zihnî ye.
A.G. ku tê îdiakirin ku der barê gelek kesên ku li Şaredariya Cizîrê dixebitin de gotiye "Piştevaniya PKK'ê dikin" û "Bêyî PKK'ê nikarin tiştekî bikin" jî, di danişînan de dibêje ku polîsan îfadeya wî guhertiye. A.G., dest nîşan kir ku ji ber ku ew jî di Şaredariya Cizîrê de dixebitî serokê şaredariyê û xebatkarên wê nas dikir, lê belê polîsan wek teşhîs derbasî girtenameyan kirine.
M.I. ku ji ber sûcên edlî girtiye, di danişînekê de dest nîşan kir ku dema ew di bin çavan de bûye polîsan jê re gotiye heke ew teşhîsa hin kesan bike ew ê cezayê wî daxînin. Der barê gelek xizm û nasên wî de polîsan bi M.I. teşhîsa "endamê YPS'ê" û "Di mewziyan de nobet digirt" pê dan kirin. Lê M.I. di danişînan de ev îfadeyên xwe bi paş ve wergirt. Di dema ku xendek û barîkat hatin dayîn de M.I. ji ber ku dizî kiribû di girtîgehê de bû, lê belê hîn jî îfadeyên wî ji aliyê heyeta dadgehê ve wek "delîl" tên nirxandin.
Gelek şahidên eşkere hîn jî di girtîgehê de ne û yên li derve jî ditirsin ku der barê îfadeyên xwe yên bi îşkenceyê bi wan hatine dayîn de biaxivin.