MÊRDÎN - Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê têkildarî kuştina Qeyûmê Dêrikê Muhammet Fatih Safiturk 7 kes hatin girtin.
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê piştî Şaredarê Dêrikê Muhammet Fatih Safiturk ku wekî qeyûm hat tayînkirin û di 10’ê mijdarê de li odeya xwe hat kuştin, 71 kes hatin binçavkirin. Ji 71 kesên hatin binçavkirin 7 kes hatin girtin. Ji 29 kesan 17 kes lêpirsîna wan bi dawî bû û sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji 17 kesan Midûrê Karên Nivîsê Tahsin Erdaş biraziyêwî Şefê Midûrê Nivîsê Şefi Şerif Mesutoglu û Amîrê zabitayê şaredariya dêrikê Vedat Erol jî di navde 7 kes hatin girtin. Kesên din jî serbest hatin berdan.
42 kesên ji aliyê Cendirmeyan ve hatin binçavkirin jî hêj lêpirsîna wan a di bin çavan de didome.