Jina penaber: Hat firotin, îşkence dît, piştî zaroka wê çêbû avêtin kuçeyê


DÎLOK
- Z.K. li Efrînê wekî jina duyemîn anîn Îslahiyeyê û dan ber destê hêwiyê. Z.K. aşkera kir kku ew hatiye xapandin, şidet dîtiye, zarok aniye dinê û piştre avêtine kuçeyê. Z.K., got ku DAIŞ jinan wekî koleyan difroşe û wiha got: "Li Tirkiyeyê jî jin di wargehên penaberan de tên firotin û jinên di vê rewşê de hejmara wan gelekî zêde ye."

Jina penaber Z.K. ji Efrînê firotin Îslahyeyê, tê xapandin û wê dizewicînin, li wê malê şidetê dibîne û piştî zarokek jêre dibe, wê davêjin kuçeyê. Z.K. dibêje ku "tiştên hatine serê min mirin bû" û piştrast dike ku bi hezaran jin li wargehan wekî jina 2'yemîn dibin ser hêwiyê, an jî di fihûşê de wan bi kar tînin. Z.K. da zanîn ku DAIŞ li Sûriyeyê jinan wekî koleyan li bazaran difroşe, li Tirkiyeyê jî di wargehên penaberan de, jin tên firotin.

'WEKÎ JINA 2'EMÎN TÊN FIROTIN'

Malbata Z.K. berî 3 salan li gundê Cindirêsê yê Efrînê wê bi berdêla pereyan bi nikaha olî wê didin kesekî û tînin navçeya Îslahyeyê ya Dîlokê. Kesê ew xwestiye jî diyar dike ku emrê wî 41 salî ye û qaşo ezeb e. Piştî tê Tirkiyeyê pê dihise ku zilam 61 salî û zewicî ye, ji Z.K. re dibêje ku "Zarokên min tunene, min tu wekî jina 2'yemîn anî." Z.K. destnîşan kir ku dema wê tînin malê, xizmên hevjînê wê li wê dixin û şidetê dibîne. Z.K. diyar kir ku rojên destpêkê hevjînê wê baş nêzê wê dibe, lê piştî demekî ew jî li wê dixe û ji ber şideta hevjînê xwe, serî û milê wê tê şikandin.

'KÊLIYÊN JIYANÊ BÛN ÎŞKENCE'

Z.K. aşkera kir ku piştî bi zar dimîne, şidet kêm dibe, piştî zaroka xwe tîne dinê, şideta dewam dike. Z.K. piştrast kir ku ew wekî xizmetkarekê bi kar tanîn, dema ji odeyekî derbasî odeyekê din dibe, bi tirs derbas dibe û çêrên qirêj li wê tên kirin û hemû kêliyên jiyana wê dibe îşkence. Z.K. got ku "Ji ber şidetê min xwest ez xwe bikujim" û wiha pê de çû: "Ez kurê xwe yê 2 salî fikirîm û min xwe nekuşt. Kurê min bû 2 salî, wan jî ez avêtim kuçeyê. Ez demekî li kuçeyan mam. Pişt re min li zeviyê dest bi xebatê kir û ez li jiyanê mam. Piştî hevjînê min berd min, li Îslahyeyê navê min derxistin û ez nikaribûm li wir bisekinim. Her kes bi xirabî nêzê min dibû. Ji ber wê ez derketim derveyê bajêr. Min li Kayseriyê xebatên zeviyê dikir."

Piştî ew qas hovîtî û îşkence, kurê wê jî nîşanê wê nadin û diyar dike ku ew dê biçe ku û serî li ku bibe jî ew nizane. Z.K. aşkera kir ku jiyan gelekî zehemet e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kurê min ji bo min jiyan e. Heke ew nebûya, dibe ku ez zûde ji vê cîhanê çûbûm. Tenê hatina min a ji Sûriyeyê jî sûc tê dîtin. Ez li Tirkiyeyê ne kêfxweş im. Tenê daxwazeke min heye, ew jî zarokê xwe bibînim. Dema ez bigihêjim zarokê xwe, wateyeke ku ez li vir bimînim tune."

'WEKÎ AMÛREKÎ DIFROŞIN'

Z.K. destnîşan kir ku li Îslahyeyê zewaca pirjinî gelekî zêde ye, jina 2'yemîn ji wargehan digirin û ew gelek jinan jî nas dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi sedan jinên ji Sûriyeyê li wargehan wekî amûr tên firotin. Gelek ji wan wekî jina 2'yemîn tên kirîn, hin ji wan jî dixin tora fihûşê. Hejmara wan gelekî zêde ye. Di bin navê zewacê de wan dixin tora fihûşê. DAIŞ li Sûriyeyê jinan di bazara koleyan de difroşe, li Tirkyeyê jî di wargehên pemaberan de jin tên firotin."

Erdogan Alayumat/Haci Yusuf Topaloglu-dîhaber