KOCAELÎ- Welatiyên Kocaelî yên beşdarî "Meşa Edaletê" bûn, xwestin meş li Maltepe bi dawî nebe. Welatiyan diyar kirin ku edalet ji bo her kesî lazim e û xwest her kes beşdarî meşê bibin.
Meşa Edaletê ku ji Enqere ber bi Stenbolê ve dest pê kir di roja 18'an de didome. Welatiyên Kocaelî yên beşdarî meşê bûn xwestin meş li Maltepe bi dawî nebe. Meşvana Edaletê Gulizar Ateş, diyar kir ku li Tirkiye pergala Edalet û Hiqûqê bi temamî xelas bûye û ji ber OHAL'ê hemû xebatkar mexdûr bûne. Ateş, anî ziman ku Tirkiye di qada aborî de di rewşek pir xerab de ye û wiha got: "Bi sedan fabrîqe hatin girtin. Bi hezaran mirov betal in. Di dîroka Tirkiye de herî zêde niha karker betal in. Ji ber vê yekê Meşa Edaletê muhîm e."
Ateş, anî ziman ku di vê pêvajoyê de herî zêde jin rastî tacîz û îstîsmarê tên û pergala edaletê têk çûye. Ateş, da zanîn ku pergala perwerde û tenduristiyê jî têk çûye û wiha got: "Li vî welatî pêdiviya her kesî ji edaletê heye."
Karker Yener Çalışkan, jî anî ziman ku Meşa Edaletê dereng maye û wiha got: "Li vî welatî qada azadî, hiqûq û edaletê nemaye. Dengê pîyên rejîma Otoriter û totaliter bilind dibe. Îktidarê civak perçe kir. Li ser ranta siyasî tev digere. Em welatekî ku hemû mirov di nava şertên wekhev û azad de dixebitin dixwazin. Meş tenê têr nake. Em daxwazên karker, xwendekar, jin, zarok û hemû kesên bindest diqîrin. Tirkiye baxçeyê gulan e. Lê îktîdar van gulan diqurmiçîne. Em dixwazin di nava aştî û biratiyê de li vî welatî bi hevre bijin. Em bang li hemû gelê Kocaelî dikin ku tev li meşê bibin.
Mamoste Hicran Turan ya bi KHK'ê hatiye îxrackirin jî anî ziman ku edalet ne ji bo kesekî-ê ji bo hemû kesan lazim e û wiha got: "Dema siyasetmedar, wekîl, hevşaredar hatin girtin jî me edalet xwest. Dema xwendekar di yûrdan de şewitîn û jin rastî êrîşan hat jî me edalet xwest. Ji ber vê yekê divê meş li Maltepe bi dawî nebe û meş bidome. Em li welatê xwe bê edaletî û bê hiqûqiyê naxwazin. Em li welatê xwe dîktatoriyê naxwazin."