SAKARYA – Meşa Edalê di roja 18’mîn de didome. Meşvanan, bi minasebeta 24’emîn salvegera Komkujiya Sîwasê ji bo kesên jiyana xwe dest dan edalet xwestin. Serokê Giştî yê CHP’ê Kiliçdaroglu ji hikûmetê xwest ku wan sûçdar nekin, guhdar bikin.
Meşa Edalê ya ji Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest pêr kir, di roja 18’mîn de didome. Meşvanên duh bi şev li Sakaryeyê rawestiyan, serê sibê saet 07:00 de dest bi meşê kirin. Berî meşê Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, der barê rojevê de daxuyanî da. Kiliçdaroglu bal kişand ser provokasyonan û wiha got: “Li dijî hemû provokasyonan gelê me bi hestiyare.” Kiliçdaroglu der barê Komkujiya Madîmakê de axivî û wiha bilêv kir: “Kesên di komkujiya Sîwasê de jiyana xwe ji dest dan, li edaletê digerin. Ev yek dide diyar kir ku meşa me ya edaletê mafdare. Pêwîste mirov bi romanên xwe werin qebûl kirin.”
‘ME SÛÇDAR NEKIN GUHDAR BIKIN’
Kiliçdaroglu diyar kir ku ew ji bo civakê, dewlet û hikûmetek bi edalet dixwazin û wiha got: “Ez hêvî dikim rayedarên dewletê guh ji meşa me re negirin. Bila me sûçdar nekin, li me guhdar bikin.”
Piştî daxuyaniya Kiliçdaroglu Koma Jinan a Semahê ji Tokatê hatibûn, gul dan Kiliçdaroglu. Qîza Metîn Altinok ê di Komkujiya Madîmakê de jiyana xwe jidest da û Alîkara Serokê Giştî yê CHP’ê Zeynep Altinok li kêleka Kiliçdaroglu meşiya.
DAXWAZNAMEYA 600 METRE
Di meşê de welatiyên derketin ser pirekê, li ser meşvanan gul reşadin. Hinek welatiyan jî di rêgeha meşvanan de daxwaznameyek ji 600 metre pêk hat, vekirin. Di daxwaznameyê de bal kişandibûn ser rewşa rojnamegerên girtî, Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi biryara KHK’ê ji kar hatin avêtin. Meşvan dê îro 17.5 kîlometre rê biçin û heya 7.3 kîlometre dê navber bidin. Piştî navbera nîvro, dê meşvan dest bi meşê bikin. Wek tê zanîn ji Stenbolê re 120 kîlometre rê ma ye.