SAKARYA - Ji "Akademîsyenên Aştiyê" Dr. Erdal Gîlgîl piştgirî da Meşa Edaletê û aşkera kir ku divê meş li Maltepeyê neqede, piştî Edîrneyê divê heta bajarên kurdan berdewam bike û wiha got: "Qêrîna wan mirovên li wir kes nabihîse. Ya rast kesî tiştên li Sûr û Cizîrê qewimîn tam nebihîst."
"Akademîsyenên Aştiyê" ji bo şer, rûxandin û qedexeya derketina derve yên li bajarên Kurdistanê qebûl nekirin, danezana aştiyê îmze kirin û her çendî hikumetê bi sedan kes ji kar avêt û der barê wan de doz vekir jî wan di biryara xwe de israr kir. Akademîsyenan tev li Meşa Edaletê bûn, xwestin meş bi Maltepeyê re sînor nemîne. Prof Dr. Nursel Şahîn a di 22'yê Mijdara 2016'an de bi KHK'ê ji kar hat avêtin, wê jî îmzeya xwe avêtibû binê danezana aştiyê. Şahîn got ku ew aşti û edaletê diparêzin û wiha axivî: "Ji bo demek ji ya din zûtir mirin rawestin û zilma li ser gel rabe, me îmze avêt bin danezanê. Em tu carî paşve gav neavêt. Ew mafdariya me îro jî li holê ye."
'BEKÎ BIBE WESÎLEYEKÎ'
Şahîn da zanîn ku ji Meşa Edaletê re dereng mane û wiha pê de çû: "Em nikarin qala edaleteke derengmayî bikin. Cihê ku em her dem ji bo edalet, aştî, demokrasî û azadiyê têkoşînê bidin, platform in. Dibe ev meş bibe wesîleya vê daxwazê. Ji bo wê em piştgiriyê didin vê meşê."
'DERENG JÎ MANBE...'
Dr. Erdal Gîlgîl ê bi heman KHK'ê ji Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Akdenîzê hat avêtin jî destnîşan kir ku tevlêbûna wan a vê meşê jî dide nîşan ku ew li pişt danezana aştiyê ne û got ku ew li vî welatî aştiyê dixwazin. Gîlgîl da zanîn ku kesên li vî welatî zilmê dibînin ne ew tenê ne û wiha got: "Gel jî zilmê dibîne. Em di wê baweriyê de ne dê aştî bi edaletê were. Ji bo wê em îro tev li vê meşê bûn."
Gîlgîl aşkera kir ku divê ev meş heta Edîrneyê dewam bike, ev meşeke dereng mayî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Vîna gelê kurd hatiye girtin. Wê demê divê bertek bê nîşandan. Divê ji bo hemû beşên civakê edalet bê xwestin." Gîlgîl piştrast kir ku divê meş li Maltepeyê bi dawî nebe, heta Edîreneyê biçe, ji wir jî heta bajarên kurdan dewam bike û ev tişt got: "Kes qêrîna wan nabihîse. Divê qêrîna mirovên li wir bê bihîstin. Ya rast haya kesî ji tiştên li Cizîr û Sûrê qewimîne tune. Me bi danezanê xwest em balê bikişînin ser vê."