REQQA – Rojnamegerê Fransî Benoit Christal, yê piştî Musilê li Reqqa operasyonê dişopîne, diyar kir ku şervanên QSD'ê bêtir profesyonel û operasyonel in. Christal, diyar kir ku di şerê li Reqqayê de li gori Musilê leşker û sivil bêtir tên kuştin.
Operasyona "Cenga Mezin a Hêzên Sûriyeya Demokratik (QSD), li Riqqa berdewam dike. Şervanên QSD'ê tu tevahiya Reqqa xistine bin kontrola xwe, li herêma Rewda û taxên Hattîn û Nehda peşve diçe. Hemû bala cîhanê li ser şerê dinavbera DAÎŞ û QSD'ê de ye. Di operasyona Cenga Mezin a QSD'ê ku li dijî DAÎŞ'ê daye destpêkirin rojnamegerên çapemeniya France 24, Le Monde, BBC, CNN, TF1, CNBC, AFP, Reuters, Washington Post û Der Spigel û gelek çapemeniya navneteweyî dişopînin.
JI MÛSÛLE HATIN REQQA
Rojnamegerê Firansî yê ewil şerê Mûsilê şopand û piştre derbasî Reqqa bû, çavdêriyên xwe parve kirin. Rojnamegerê Fransî Benoit Christal, li Mûsilê di operasyona ku hêzên Pêşmerge, Haşdi Şabî û hêzên Herêmî li dijî DAİŞ'ê meşand şopand. Piştî operasyona "Cenga Mezin" li Reqqa dest pê kir hat Reqqayê. Rojnamegerê Televîzyona Fransa TF1 Benoit Christal, diyar kir ku 15 salin rojnameger e û 3 salên dawî li Rojhilata Navîn rojnamegeriyê dike. Christal, ku hem li Rojhilat û hem jî li Rojava şer dişopîne, tevî şervanêq QSD'ê di eniya pêş de cih digire û rizgarkirina welatiyên sivîl tevan dikişine kamerayê.
REQQA JI BO FRANSA GRÎNG E
Christal, anî ziman ku Reqqa ne tenê ji bo rojnamegeran, ji bo Firansa jî pir muhîm e û wiha got: "Di nava welatên Ewropa de welatê herî zêde rastî êrîşa mezin a DAÎŞ'ê hat Fransa ye. Ji ber vê yekê hikûmeta Fransayê girîngiyê dide vê operasyonê. Ji nêzîk ve encama DAİŞ’ê dişopîne.
HÊZÊN QSD'Ê BÊTIR OPERASYONEL IN
Christal, anî ziman ku bi mehan şerê peşmergeyan ê li dijî Musilê şopand û wiha got: "Hêzên artêşê wekî keriyan leşker dişandin nava bajar. Hêzên ku li Mûsilê operasyon dimeşandin pir zêde bûn. Di -operasyona Mûsilê de gelek sivîl hatin kuştin. Li Reqqa hem şervanê operasyonê dimeşînin hindik in. Hem jî bi komên biçûk pêş ve diçin. Di şer de kuştin heye, lê li gorî Mûsilê pir pir kêm e. QSD bêtir operasyonal e û profesyonel tev digere."
Chrîstal, da zanni ku hêza DAÎŞ'ê li Sûriye pir mezin hatiye nîşandan û wiha got: "Mijara Sûriye perçe bûye. Welatên dixwazin li ser Sûriye bibin xwedî rol, derdikevin pêş. Ji bo hikûmeta Esad bixin çek û fon dişînin ji şervanên DAÎŞ'ê re. Hem piştgiriyê didin DAİŞ’ê û hem jî piştgiriyê didin gelek komên îslamê. DAÎŞ bi piştgiriya van hêzên li dijî Sûriye mezin bû. Welatên Ereb, Tirkiye û welatên Ewropa piştgirî dan DAÎŞ'ê û ew qas mezin kirin. "
Nazim Daştan - dihaber