AMED – Hevdîtina parêzeran a bi 19 kesên piştî kuştina Alîkarê Serokê AKP’ê yê Lîcê Orhan Mercan, hatin binçav kirin, re, heya 5 rojan hat qedexwe kirin.
Alîkarê Serokê Lîcê ya AKP’ê Orhan Mercan, di 1ê Tîrmehê de li navçeya Licê ya Amedê rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Piştî kuştina Mercan 19 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin biçavakirin de muhabîrê berê yê DÎHA ku bi biryara KHK’ê hat girtin Behçet Bayhan, ajokarê taksiyê, esnafek û Hevserokê BDP’a Licê Rozerîn Yîgîtel û Hevseroka HDP’a Licê Salîme Zîngîl ku hatin binçavkirin, hene. 19 kes li Midûryeta Polîsan a Lîcê tên ragirtin. Hevdîtina parêzeran a bi 19 kesan re heta 5 rojan hat qedexe kirin.