ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag dê piştî 8 mehan cara ewil di 4'ê Tîrmehê de derkeve pêşberî dadgehê. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay got ku "Em bi hev re li gel hevrêya xwe bin" û banga tevlêbûna dozê kir.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay ji bo xwedîderketina Fîgen Yuksekdag banga piştgiriyê kir. Yuksekdag di operasyona 4'ê Mijdarê ya li dijî wekîlên HDP'ê de hatibû girtin. Kemalbay da zanîn ku HDP partiya jinan e û ji ber pergala hevserokatiyê ya di HDP'ê de, partiyeke herî girîng xwedî bi nirx e.
Serpîl Kemalbay destnîşan kir ku ji ber ku jin aktîf di HDP'ê de cih digirin, ev pergalê aciz dike û wiha got: "AKP-Sarayê ji ber vê bi ser jinan de diçe, jinan di malê de hepis dike; lê di çarçoveya pêwîstiyan de rola xebatê di jiyanê de dide wan, an jî li gorî pêwîstiyên siyasetê rolî dide wan û modelekî ava dike."
‘ÊRÎŞEKE PLANKIRÎ HEYE’
Kemalbay aşkera kir ku gotina Yuksekdag gotina hemû jinan e û di vê der barê de jî ev tişt got: "Di têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê de cihekê wê yê gelekî girîng heye. Jineke siyasetmedar a serbilind û radîkal e. Ji bo jineke wiha bê pelçiqandin, êrîşeke bi plankirî li dijî wê heye. Sekna wê desthilatdariyê dihejîne û gotinên wê pergalê gelekî aciz dike. Ji ber wê ew qas êrîş dikin."
Kemalbay diyar kir ku Yuksekdag sembola têkoşîna wan e, ew dê heta dawiyê xwedî li deng û gotinên wê derkevin û wiha axivî: "Têkoşîna wê di hundur de dewam dike. Em ê jî di heman demê de li hemû qadên jiyanê vê têkoşînê berdewam bikin."
BANGA JI BO DOZÊ
Kemalbay da zanîn ku di 4'ê Tîrmehê de li Edliyeya Enqereyê dê doza Yuksekdag bê dîtin û banga tevlêbûna dozê hat kirin. Kemalbay got ku ew dê xwedî li doza Yuksekdag derkevin û wiha got: "Dê tu astengî nikaribin pêşî li xwedîderketina me ya vê dozê bigire."