SÊWAS – Bi hezaran kes bi minasebeta 24'emîn salvegera 2'ê Tîrmehê komkujiya Madimakê, li Sêwasê kom bûn. Bi hezaran kes dimeşin Otela Madimak a 33 kes lê hatin qetilkirin.
Bi hezaran kes bi minasebeta 24'emîn salvegera komkujiya 33 kesên li Otela Madimakê ya 2'ê Tîrmeha 1993'an, li pêş Cemxaneya taxa Ali Baba kom bûn. Bi hezaran kesên hatin Sêwasê di ketina bajar de 2 caran di lêgerîna nasnameyê re derbas bûn. Polisan di ketina bajar de yek bi yek nasname û pankartên welatiyan kontrol kir û wêneyên wan kişand piştre derbasî hundir kir. Welatiyan bertek nîşanî kişandina wêneşan dan. Welatiyan bertek nîşanî polîsan dan û gotin "Endamê DAÎŞ'ê bigirin ku em ji were bêjin hela be.
Di meşê de polîsan meşvan xistin bin dorpêçê. Bi hezaran welatiyên ku ji çar aliyê Tirkiye hatin sêwasê di saetên serê sibê de ji aliyê Vakfa Çanda Anadolu ya Hacı Bektaşı Velî ve hatin pêşwazîkirin. Vakfê taştê dan mêvanan û piştî taştê li ber deriyê Vakfê kom bûn. Girseya kom bû bê navber siloganên “Em destûr nadin tariyê" û “Ciwanên elewî li ser kar in" berz kirin. Bi hezaran kesên meşiyan dowîzên "Silav ji kesên tevî agir dikevin semahê", “Em nabin elewiyê dewletê" û “Edalet dê bi destê gelan pêk bê" vekirin. Disa pankarta “Ji bo Dersim, Çorum û Mereşê, Ji bo Sêwasê ji bo mirovahiyê" vekirin.
MAŞ DI PÊŞENGIYA MALBATAN DE DEST PÊ KIR
Meşê li Cemxaneya Taxa Ali Baba saet di 10.30'an de dest pê kir. Di refê herî pêş yê kortejê de malbatên ku zarokên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn cih girtin. Malbatan wêneyên zarokên xwe hembêz kirin û meşiyan. Di meşê de jinên şîn girtin cilên reş li xwe kirin. Meşvanan tebûr xistin destê xwe û peyama "Turku nayên şewitandin" dan. Di meşê de newayê elewiyan tên strîn. Di meşê de bê navber siloganên "Heq, hiqûq û edalet" tê berzkirin. Di meşê de bertekên li dijî girtina wekîlên HDP û CHP'ê hatin nîşandan. Dîsa ji bo Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 116 rojin di greva birçîbûnê dene slav hat dayîn.
Parlamenter û Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, parlamenterê HDP'ê, Mahmut Tugrul Muslum Dogan, Wekîlê CHP'ê Sezgin Tanrikulu tev li meşê bûn. Meş dê li pêş Otela Madimakê bi dawî bibe.