‘Agirê li Sêwasê netemirî, li Cizîrê jî em şewitandin’

STENBOL - Şaxa ÎHD'a Stenbolê kesên di 2'yê Tîrmeha 1993'yan de li Sêwasê hatin qetilkirin, bi bîr anîn. ÎHD'ê got ku "Ji ber agirê li Sêwasê netemirî, li Cizîrê jî em şewitandin."

Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) Stenbolê bi minasebeta salvegera Komkujiya Sêwasê ya di 2'yê Tîrmeha 1993'yan de pêk hatibû, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 2'yê Tîrmeha 1993'yan wekî roja şermê li dîroka mirovahiyê hatiye nivîsandin û ev tişt hat gotin: "Çîrok, ji gelek komkujiyên pêk hatine ne cuda ye. Amadekarî ji berê de hatiye kirin, berî şahiyê wekî ku li dijî Quran, Kabe, pexember û mislimanan tiştekî xirab hatiye kirin û tiştên bê bingeh li nava gel de belavkirine, di vê çarçoveyê de belavok hatine belavkirin, rojnameyên herêmê jî heman manşet avêtine, ji bo bingeha komkujiyê amade bikin, hêzên dewletê hatine organîzekirin."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku dema komkujî dewam dike, Serokomarê wê de bê dibêje ku "Gel û hêzên ewlehiyê neynin hemberî hev" û leşkerên li derûdorên otelê jî mudaxaleyê tu êrîşê nekiriye û ev tişt hat gotin: "Leşkeran ji herêmê vedikişînin. Ev komkujî pêk tê, yek ji wan 12 salî, bi giştî 33 can tên şewitandin."

ÎHD'ê aşkera kir ku doza ku heta 2012'an dewam kir, ji 124 êrîşkaran, hemûyan cezayekî pir hindik girt û bi hincetên wekî "ew hatine sorkirin" cezayên wan hatiye axistin. ÎHD'ê piştrast kir ku "canê me hêj dişewitin" û wiha hat gotin: "Ji 2'yê Tîrmeha 1993'an heta 2'yê Tîrmeha 2017'an desthilatdarî guherîn, lê hêj canên me dişewitin. Ji ber ku agirê li Sêwasê netemirî, em li Cizîrê jî şewitîn."

ÎHD'ê di di navbera 1-2'yê Kanûna 2014'an de 17'emîn Lijneya Giştî ya Awarte pêk anî, 2'yê Tîrmehê wekî "Roja Şermezarkirina Sûcên li Dijî Mirovahiyê" îlan kir û 5 daxwaz wiha rêzkiribû:

1- Divê biryara "demboriyê" ya ku di warê sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin de ji nûve bên sererastkirin, divê doza Sêwasê ji nûve bê destgirtin, ji serokomar, serokwezîr, wezîr, midurê polîsan, walî û ji hemû berpirsyaran hesab bê pirsîn.

2- Ji bo dewlet û civak bi paşerojê re hevrû bibe, divê Komîsyona Heqîqetê bê avakirin û divê hemû têliliyên bi komkujiyê re bên aşkerakirin.

3- Divê Otela Madimakê bibe 'Muzeya Şermê'.

5- Divê 2'yê Tîrmehê wekî 'Roja Şermezarkirina Sûcên li Dijî Mirovahiyê' bê qebûlkirin.