AMED - Piştî ku hevşaredarên navçeyên Yehîşehîr û Peyasê hatin girtin polîsan bi ser şaredariyan de girtin û bi bariyeran ve dora avahiyan girtin. Piştî lêgerînê qeyûm tayînî şaredariyan kirin.
Piştî ku Hevşaredarê Peyasê ya Amedê Mehmet Alî Aydin û Hevşaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu hatin girtin polîsna serî sibehê bi ser avahiyên şaredariyan de girti. Li şaredariya Peyasê polîs lêgerînê dikin û xebatkarên şaredariyê negirtin hundir. Li avahiya şaredariyê û baxçeyê şaredariyê polîs û wesayîtên zirxî hatine bicihkirin.
Derûdora Şaredariya Yenîşehîrê jî ji aliyê polîsan ve bi bariyeran ve hat girtin. Polîs nahêle kesek bikeve hundir.
Piştî lêgerînê qeyûm tayînî Peyas û Yenîşehirê kirin. Li navçeya Yenîşehirê li Şûna Hevşaredar Selim Kurbanoglu Qeymeqamê Yenîşehirê Mehmet Ozel tayînî Şaredariya Yenîşehîrê kirin. Li Navçeya Peyasê jî li şûna Hevşaredar Mehmet Alî Aydin Qeymeqamê Peyasê Mustafa Kiliç tayînî Şaredariya Peyasê kirin .