HDP sibê li Kandirayê Meşa Edaletê pêşwazî dike

ENQERE - Di pêşengiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay de, dê heyeta 11 kesan sibê li Kandirayê Meşa Edaletê pêşwazî bikin. Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim got ku "Ne pêkan e ku HDP bê deng bimîne."

Piştî Wekîlê CHP'ê Enîs Berberoglu hat girtin, li Enqereyê heta Stenbolê Meşa Edaletê hat destpêkirin. 18 roj e meş didome, lê helwesta HDP'ê gelek dihat meraq kirin. Dê sibê di pêşengiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay de, heyeteke 11 kesan Meşa Edaletê pêşwazî bike.

Di daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê de ev tişt hat gotin: "Di pêşengiya Hevseroka me ya Giştî Serpîl Kemalbey, Alîkarê Hevserokên me yên Giştî Saruhan Oluç, Sezaî Temellî, endamê MYK'a me Beyza Ustun, Murat Mihçi, wekîlên me Celal Dogan, Erol Dora, Ertugrul Kurkçu, Feleknas Uca, Mîthat Sancar û Hevşaredarê me yê Mêrdînê Ahmet Turk; dê sibê (3'yê Tîrmehê roja Duşemê) dê piştgiriyê bidin Meşa Edaletê.”

Dê sibê etaba duyemîn a meşê bê destpêkirin û dê HDP saet di 16.00'an de piştgiriyê bide meşê. Tê payîn ku piştî meşvan li noqteya bêhnstandinê ya li Kandirayê rawestin, dê li nêzî Balafirgeha Cengîz Topelê jî HDP tev li wan bibe.

Ji hêla din ve berî ziyareta piştgiriyê, dê saet di 14.00'an de Heyeta HDP'ê li ber Girtîgeha Kandirayê daxuyanî bide.

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim jî der barê meşê de daxuyaniyek da û aşkera kir ku ew wekî HDP dê ji vê rewşê re bê deng nemînin û piştî 5-10 deqan bi meşvanan re bimeşin, dê ji meşê veqetin.