STENBOL - Girtiyê nexweş Atîlla Coşkun ê tumor di mejiyê wî de heye, ger ku neyê dermankirin dê kor bibe. Bavê Atilla Coşkun Tevfik Coşkun, anî ziman ku kurê wî neyê dermankirin dê kor bibe û xwest bê dermankirin.
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Tirkiye 370 jê giran zêdeyî 925 girtiyên nexweş hene. Gelek girtî ji ber nayên dermankirin roj bi roj rewşa wan xerabtir dibe. Yek ji van girtiyên nexweş Atilla Coşkun e. Coşkun di sala 2007'an de bi sucdariya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin û di sala 2015'an de rastî ceza hat. Coşkun, li Girtîgeha tîpa T a Duzce tê girtin. Piştî Coşkun hat girtin nexweşî pêre çêbû û roj bi roj nexweşî lê giran dibe. Ji ber tumor di mejiyê Coşkun de çêbû divê li devre bê dermankirin û emeliyatkirin. Ji ber ku Coşkun nayê dermankirin her ku diçe ronahiya çavê wî winda dibe û kor dibe. Bavê Atîlla Coşkun Tevfîk Coşkun, anî ziman ku ji sedî 90 rîska kurê wî kor bibe û felç bibe heye. Bav Coşkun, bertek nîşanî raşedarên girtîgehê da û wiha got: "Bi zanebûn kurê min nabin nexweşxaneyê û bi zanebûn derman nakin. Em dê çawa baweriya xwe bi wan bînin. Kurê min di 30 salên dawî de 10 sal di bin çavan û girtîgehê de derbas kiriye. Kurê min niha zêde nabîne. Ev bandorê li ser êşa serê wî dike. Kurê min nabin nexweşxaneyê."
BANG
Coşkun, anî ziman ku heta niha 4 zarokên wî hatin girtin û hatin berdan û wiha bi dawî kir: "Li Tirkiye heq û hiquqa mirovan nemaye. Zilm û zextên li Tirkiye pêş dikevin di serdema Hîtler de ew qas pêş neket. Maden heq û hiqûqê nas nakin, wê demê bila zilmê jî nekin.
Ez bang li hemû cemaweriyê dikin ku li hemberî rewşa kurê min hestiyar tev bigerin.