KOCAELÎ – Esnaf Hidir Aydur ji bo Nuriye û Semîh bijîn dikana xwe girt û ji Enqere ber bi Stenbolê ve derket rê. Aydur 19 rojin 300 kîlometre dê dimeşe û li Edaletê digere. Aydûr, anî ziman ku tiştek bi Serê Nûriye û semih were berpiriyar dewlet e.
Meşa Edaletê ku ji Enqereyê dest pê kir û ber bi Stenbolê ve diçe, di roja 19'an de berdewam dike. Meşvanên Edalatê heta niha 300 kîlometre meşiyan. Yek ji meşvanên Edaletê esnaf Hidir Aydur e. Aydur, ji bo edaletê ji Akademisyen Nûriye Gulmen û Mamoste Selîh Ozakça re bixwaze û li karên xwe vegerin dkana xwe girt û 19 rojin di nava Meşa Edaletede cih digire. Nûriye û Semih ku 117 rojin ji bo mafê xwe bi dest bixin di greva birçîbûnê dene, Hidir Aydur jî wan bi tenê nalêne. Hidir Aydur tevî ku nexweşê dil e jî ji bo edaletê bixwaze dimeşe. Aydûr bi pankarta “Nuriye û Semih ne bi tenê ne" 300 kîlometre rê dimeşe. Aydur diyar kir ku roj bi roj tenduristiya Nûriye û Selih ber bi xerabûnê ve diçe û wiha got: "Ez ji bo mafê Nuriye û Semih dimeşim. Naxwazim tiştek bê serê wan û dixwazim mafê xwe bi dest bixim. Ez ji bo wan di Meşa Edalatê de me. Ez naxwazim herdu mirov bimirin. Wîjdanê min vê yekê ranake. Ger ku tiştek bi sere wan bê Serokomar Erdogan u dewlet berpirsiyarê vê yekê ne. Navê girtina wekîlan û akademîsyenan dîktatori ye. Ez ji bo Nûriye, Semih û hemû kesên hatin îxrackirin li vir im.