AMED - Xerakirina Sûrê hem warên dîrokî û çandî tune dike, hem jî pîşeyên sedan salan ku li nava kolanên Sûrê bi ruh dibe tune dibe. Esnaf Huseyin Diril, diyar kir ku bi xerakirina Sûrê re pişeyê kal û pîrên xwe yên 130 salin li kolanen Sûrê zindî bû winda dike.
Navçeya Sûrê ya Amedê piştî zêdeyî salekê di bin dorpêça polîs û leşkeran de ma, niha jî dest bi xerakirina taxan dikin û TOKÎ'yan li herêmê ava dikin. Ji ber 6 taxên Sûrê hêj di bin torpêçê dene û xerakirina taxan li Sûrê didome, îsal turîst nikarin biçin Sûrê bigerin. Ji ber hêj Sûr di bin dorpêçê de ye esnaf jî nikarin bazariye bikin û nikarin debara xwe bikin. Esnafên Sûrê îflaz dikin û dikanên xwe digirin. Esnafê li Xana Hasan Paşa dikana 130 sal berê ji pîr û kalên wî mayê vekiriye Huseyin Diril, diyar kir ku ew pîşeyê bazir, gustil, guhar, kemer, saet xilxal û gelek berhemen din çêdike û difiroşe. Diril, ani ziman ku ji ber Sûr qedexe ye û tê xerakirin êdî karê esnafiyê u pîşe ji tune dibe.
Diril, ani ziman ku piştî xerakirina Sûrê dest pê kir gelek esnafan dikanên xwe girtin û gelek pîşe tune bûn. Diril, anî ziman ku bi xerakrina Sûrê dirok, çand, jiyan û hemû nirxên civakê tên tunekirin û li pey xwe talankirin û werankirinekê dihêle. Dîril, xwest xerakirin, talankirin û wêrankirin bi dawî bibe û êdî kes neyê kuştin û her kes azad li ser ax u warê xwe bijî.