Di teqînê de cerdevanek mir, yek jî birîndar bû

NAVENDA NÛÇEYAN - Cerdevanên li gundê Avasor a Çaldêranê derketin operasyonê teqîn pêk hat û 2 cerdevan birîndar bûn. Cerdevanekî birîndar li nexweşxaneyê mir.

Duh bişev saet di 23.40'an de li çoltara gundê Avasorê ya navçeya Çaldêranê ya Wanê teqînek pêk hat. Di teqînê de cerdevanên bi navê Îsmaîl Denîz û Emrullah Çîçek birîndar bûn. Cerdevanên birîndar rakirin Nexweşxaneya Yuzuncu Yilê ya Zanîngeha Dursun Odabaşi, lê cerdevanê bi navê Îsmaîl Denîz jiyana xwe ji dest da, tedawiya cerdevanê din dewam dike.