‘Bila ne Toledo bila wekî Sûrê bimîne'

AMED - Plansazê Bajar Akin Atauz, xerakirina Sûrê rexne kir û xwest Sûr ne weki Toledo, wekî Sûrê bimîne. Atauz, wiha got: "Kesên digotin 'Em dê Sûrê bikin Toledo' em dibêjin Vir Sûr e. Divê weki Sûrê bimîne.

Di bin navê "Veguhestina Bajarvaniyê" de xerakirina Taxên Alipaşa û Lalebey yên Navçeya Sûrê berdewam dike. Nerazibûn û bertekên li dijî xerakirinê jî zêde dibin. Li 6 taxên Sûrê yên bi tang û kepçeyen dewletê hatin xerakirin û rûxandin niha li şûna wan xaniyên TOKî tên avakirin. Bi mimariya li dijî reng û ruyê Sûrê avahî tên avakirin. Li taxên Alîpaşa û Lalebey pişti ceyran û av hat qutkirin xerakirin didome. Plansazê Bajar Akin Atauz, xerakirina Sûrê rexne kir û xwest Sûr ne weki Toledo, wekî Sûrê bimîne. Atauz, wiha got: "Kesên digotin 'Em dê Sûrê bikin Toledo' em dibêjin Vir Sûr e. Divê weki Sûrê bimîne. Li vir ne tenê mîmarî tê xerakirin. Li vir tora civaki u rûyê civake tê xerakirin, Dab, çand û jiyana vir tê xerakirin. Şêwirmendi, piştevanî û parvekirina mirovan tê xerakirin. Bi xerakirina Sûrê civak te perçekirin û çanda civakî perçe dibe. Di cîhane de di milê civakî de Sûr minak e. Sûr di cîhanê de di milê tora çandî, civakî, baweriyan de pir giring e. Bi vê xerakirinê ev minaka cîhanê winda dibe û tune dibe. Li şûna civakîbûna vir bê parastin û pêşxistin, bi tang, topanan êriş kirin. Xwestin tune bikin. Zerarek mezin dan Sûrê.
Li Sûrê tundiyek gelek mezin pêk hat. Weki ku gelê Sûrê dijminê wan ê herî mezin e nêzîk dibin. Xera dikin û talan dikin.

VIR SÛR E DIVÊ WEKÎ SÛRÊ BIMÎNE

Atauz, bêdengiya li dijî Sûrê jî rexne kir û wiha got: "Hemû kesên li dijî vê talankirin û wêrankirinê bêdeng dimînin bi qasî hev sûcdar û berpirsiyar in Divê her kes li dijî xerakirinê dengê xwe bilind bikin. Serokwezirê berê digot 'Em dê vir bikin Toledo' Em jî dibêjin vir Sûr e. Divê wekî Sûrê bimîne. Divê qet fikra "Vir bibe Toledo" tune be. Ev plan di sedsala 19'an de li taxên Parîsê yên xizan hatibû kirin. Ev plan wekî tîpa plana Haussmann. Lê plana Haussmann li gorî plana Sûrê ne tiştek e. Divê her kes piştgiriyê bide gelê Sûrê. Divê gelê Sûrê bi tenê neşê hiştin."