Li Endonezyayê helîkoptêr ket: 8 kes mirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li grava Java a Endonezyayê helîkoptêrek ku dixwest turîstan ji herema volkanîk tahliye bike, ket xwarê û 8 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeyên rojnameyên Endonezyayê li Çiyayê Butak a li herema Temanggungê helîkoptêrek li tatekî ketiye. Di helîkoptêr de 4 jê personel, bi giştî 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku helîkoptêrê xwestiye li grava Java turîstan ji herma volkanîk tahliye bike.