COLEMÊRG – Li navçeya Çelê di encama teqemeniyê de leşkerek birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Li herema Guvendagi ya navçeya Çelêya Colemêrgê, li dijî leşkerên derketin operasyonê teqîn pêk hat. Di teqînê de leşkerek bi giranî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Li gel hemû mudaxeleya tibî jî leşker nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Hat gotin ku li heremê operasyon berdewam dike.