Dadgehê biryara vekirina Newroz TV da

NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê, têkildarî Newroz TV ku şîrketa Eutelsatê li ser daxwaza Tirkiyeyê weşana wê sekinandibû, biryar da ku Newroz TV ji nû ve dest bi weşana xwe bike.

Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê, têkildarî Newroz TV ku şîrketa Eutelsatê li ser daxwaza Tirkiyeyê weşana wê sekinand, biryara xwe aşkera kir. Dadgehê biryar da ku weşana Newroz TV ji nû ve dest pê bike.

Her wiha tê payîn ku dadgeh biryara xwe ya derbarê Med Nûçe de jî aşkera bike.