ŞIRNEX – Li navçeya Qilebanê li dijî karkerên riya ewlehiyê çêdikirin êrîş pêk hat û li gorî agahiyên ewil 2 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gundê Mêrgeh a bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve li herema Zozanên Serkê Reşûn li dijî kesên riya ewlehiya leşkerî çêdikin êrîş pêk hat. Li gorî agahiyên ewil di êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Gelek ambulans sewqî heremê hatin kirin.