Meşa Edaletê di roja 19’emîn de ye: HDP’ê dê li Kandira tev li bibe

KOCAELÎ – Meşa Edaletê di roja 19’emîn destpê kir û dê şandeya HDP’ê li Kandirayê tev li meşê bibe. Beriya meşa îro Kiliçdaroglu daxuyanî da û li dijî provakasyonan carek din bang kir.

Meşa Edaletê ya ku ji Enqerê destpê kir û ber bi Stenbolê ve didome ket roja 19’emîn. Etaba yekemîn a meşê li Gola Sapanca destpê kir û nivîskar Levent Gultekîn û Ayşe Arman jî beşdar bûn. Meşvanan heta îro 315 kîlometre rê li pey xwe hişt. Beriya meşa îro destpê bike Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu daxuyanî da.

BANGA LI DIJÎ PROVOKASYONAN KIR

Kiliçdaroglu bi hişariya provokasyonê dest bi axaftina xwe kir û bang li her kesî kir ku neyên provokasyonê. Kiliçdaroglu da zanîn ku her ew nêzî Stenbolê dibin agahiyên provakasyonan jî tên guhê wan û çi dibe bila bibe bi çepikan bersiv bidin provokasyonan. Kiliçdaroglu wiha got: “Em ji bo dozekî û aramiyê dimeşin. Heke keviran jî biavêjin me em wek gulan qebûl bikin. Çêrî me jî bikin em bi gotinên xweş bersiva wan bidin. Em ê hemû bi hev re ji bo edalet û zarokên xwe bimeşin.”

Kiliçdaroglu piştî daxuyaniyê derbasî korteja pêş bû û bi slogana “Maf, hiqûq û edalet” dest bi meşê kir.

HDP DÊ LI KANDIRAYÊTEV LI BIBE

Piştî meş 18 kîlometre bimeşe dê îro şandeya HDP’ê jî bi dowîzên “Ji bo hevserokan edalet” beşdarî meşê bibe. Di nav de ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay jî heye dê 12 HDP’î piştî li ber Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ya ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag lê girtî dimîne daxuyanî bidin dê tev li meşê bibin.

Di dîroka CHP’ê de yekemîn car dê Meclîsa Partiyê li derve civîna xwe pêk bîne. Civîn dê di saet 12.00’an de destpê bike.

Meşvan di etaba yekemîn de dê 6 kîlometre rê bimeşin.