Axaftinen parlamenterên HDP'ê sûc hesibandin

AMED/WAN - Dozgeriyê li Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pir ji ber axaftinên wî 4 doz vekir. Dozger heta 33 salan cezayê hepsê ji Pîr dixwaze.
Dozgerê Komarê yê Wanê jî axaftina Wekîla HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan a 8'ê Adarê sûc hesiband.

Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pir de 4 doz vekir. Pîr ku di 4’ê Mijdarê de hat binçavkirin û piştre bi şertê edlî hat berdan der barê Pîr de doz vekir. 8’emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îdîanameya der barê Pir de qebûl kir. Dozger heta 33 salan ceza xwest. Dozger bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê”, “Gel teşfîkî kîn û dijmantiyê kiriye” û “propaganda rêxistinê kiriye” doz vekir. Dozger hemû axaftinên Pir wekî sedema sûc nîşan da û li ser axaftinên Pir doz vekir.

Dozger di îdîanameyê de xwest li gorî zgona 3713’an a Têkoşîna Bi Terorê re mafê Pîr ê bijartin û hilbijartinê ji destê wî bê girtin.

WAN

Dozgerê Komarê yê Wanê jî axaftina Wekîla HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan a 8'ê Adarê sûc hesiband û heta 5 salan cezayê hepsê xwest.

Serdozgerê Komarê yê Wanê der barê Parlamenterağ HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe Ertan de ji ber di 8'ê Adarê Roja Jinen Cihanê de beşdarî şahiyê bû û axaftin kir, doz vekir. Dozger der barê Ozgokçe de heta 5 salan cezayê girtîgehê xwest û îdîaname teslîmî 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê kir. Heyeta dadgehê jî îdîaname qebûl kir.