Girtiyan bang kir: "Li Sûrê xwedî derkevin

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê girtî, ji bo Sûrê dest bi çalakiyê dikin. Li ser navê girtiyan Denîz Kaya da zanîn ku dê ji NY û UNESCO’yê re nameyan rê bikin.

Hikûmet cih û warên li Kurdistanê xera dike û wêran dike. Li Sûrê jî cih û warên kurdan ên bûne nirxên mirovahiyê talan dike û xera dike. Li dijî van êrîşan gelê kurd li ber xwe dide û li dijî bêedaletiya tê kirin dengê xwe bilind dike. Gelê Sûrê li dijî xerakirina Sûrê di ber xwe dide û naxwaze ji mal û warên xwe derkevin.

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya jî bal kişand ser van polîtîkayan û wiha got: "Hikumeta tirk li hemberî hemleya Rêbertiya Konfederalîzma Demokratîk Abdullah Ocalan û gele kurd a aştiyê, di şer de israr kir. Hikumeta tirk gav bi gav hemû polîtîkayên înkar û îmhayê xistin dewreyê. Bi bidawîkirina diyalogê û îlana şer re biryara AKP’ê ya îmhayê jî deşifre bû. Bi rastiya demê û merhaleya têkoşînê ve girêdayî van polîtîtîkaya înkarê dê neşibiya salên 1980 û 1990’î. Tevkujî û rûxandina Cizîr, Nisêbîn û Sûrê encama vê biryarê bû û didome.”

GIRÎNGIYA SÛRÊ

Kaya destnîşan kir ku hikumet bi tevkujî û rûxandinê şopa çand û hebûna gelê kurd a nikaribû tune bike û wiha gt: "Hikumeta tirk niha bi biryarên îmarê diwaze teqez armanca xwe bibe serî. Lewre desthilatdariya faşîst di ferqê de ye ku ligel rûxandina Sûr, Cizîr, Nisêbînê jî girîngiya van deran kêm nabe. Berovajî girîngiya van wargehan mezintir bûye. Her xanî bi xewn û dirûşmên gotinên lehengan ên dawiyê hatine xemilandin. Di her kolanê de pêjna leheng û cangoriyan heye. Hîna di jêrzemînên wan waran de cenazeyên cangoriyan hene. Pêwîst e gele kurd zanibe ku tiştê ku tê xwestin were tunekirin, çi ye?”

FERMANA TALANÊ

Kaya anî ziman ku hikumeta tirk bi KHK’an geliyê Dîcle û Baxçeyên Hewselê dane bin fermana Wezareta Bajar û Hawridorê. Kaya bi lêv kir ku ev yek fermana talana Dîcle û Hewselê ye û ev nirxandin kirin: “Sûra ku li hemberî tang û topan li ser lingan ma niha hatiye dorpêçkirin da ku birûxînin. Şopa çand, êş û lehengiya gelê kurd tune bikin. Sûr ne mal û warê hinekan e. Ev şopa hebûn û vîna gelê kurd bi xwe ye. Ne tene gele Sûrê divê gelê Amedê û gele kurd, her mirovê ku bi nirxên mirovahiyê dijî ji vê jenosîdê re beje bisekine.”

BIRYARÊ NAS NAKIN

Kaya di dewama daxuyaniya xwe de jî da zanîn ku jiyana bêrûmet, bênasname û bêazadî hezar carî ji mirinê xirabtir e û wiha got: “Jiyana bêrûmet jixwe mirin bi xwe ye. UNESCO’yê Geliyê Dîcleyê, Baxçeyên Hewselê û Sûrên Amedê girtine lîsteya mîrateyên çandî yên cîhanê. Desthilatdariya AKP’ê vê biryarê nas nake. NY, UNESCO li hemberî nêzîkatiya komara tirk heta niha bêdeng û helwest ma. Divê gele kurd vê nêzîkatiyê nepejirîne û denge xwe li hemberî vê bilind bike.”

NAME RÊ DIKIN

Kaya di dawiya daxiyaniya xwe de jî îşaret bi helwesta girtiyên ji diza PKK-PAJK’ê li tevahiya girtîgehên hikumeta tirk girtîne kir û wiha got: “ Şert û mercên me çi dibin, bila bin, em ê gelê xwe yê Sûr û Amedê ku ji bo me mîrasê Şêx Seîdan, Mazlûman, Kemalan, Zekiyeyan û Çîyageran e, bi tenê nehêlin. Em ê bi tevahî û yek bi yek serî li NY, UNESCO bidin û ji saziyên têkildar yên navneteweyî re nameyan binivîsin da ku em dengê Sûre bilind bikin.”