ŞIRNEX - Di êrîşa balafirên bê mirov de 6 kesan jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyên wan û kesekî birîndar anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê duh balafirên keşfê yên bê mirov tevgera komekî şopandibû û êrîş pêk hatibû. Di êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Hat gotin ku leşker û cerdevanan cenazeyê 6 kesan û kesekî birîndar anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Çavkaniyên herêmî aşkera kirin ku cenaze nayên naskirin.
Der barê cenazeyên ku anîne nexweşxaneyê û kesê birîndar de tu agahî nehatin girtin û li ku ne nayên zanîn.