STENBOL - 49'emîn rûniştina doza Hrant Dînk hat dîtin. Beriya rûniştina dozê hevalên Dînk li pêş edliyê daxuyanî dan û diyar kirin ku 10 sal derbas bû, lê hêj edalet nehatiye.
49'emîn rûniştina doza cînayeta Rojnameger û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayana Stenbolê hat ditin. Di rûniştina dozê de hevalên Dîng ên rojnameger amade bûn. Hevalên Dîng beriya rûniştinê li ber Edliyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta bi zimanê tirkî û ermenî ya "Ji bo Hrant Edalet" bilind kirin û pankarta "Yên gotin bikuje bila bên darizandin" vekirin û dirûşmên "Heta em nebêjin qediya, ev naqede" û "Em hemû Hrant in em hemû ermenî ne" berz kirin.
Li ser navê rojnamegeran Bulent Aydin axivî û diyar kir ku 10 sal derbas bûn, lê hêj di dozê de tu pêşketin tune. Aydin, anî ziman ku li hemû Tirkiyeyê daxwaza edaletê bi pêş dikeve û di doza de hejmara bersûcan derket 86 kesan.