ÎZMÎR - Piştî akademîsyan îmezeya xwe avêtin binê danezana aştiyê, gelek ji kar hatin avêtin. Ji bo piştgiriya akademîsyenan, guldebaxek reş a li ser 'Akademî serî natewîne' hatibû nivîsandin, danîn ber Rektoriya Zanîngeha Dokuz Eylulê.
Platforma Şaxa Îzmîrê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), ji bo piştgiriyê bide 12 akademîseynên ji Zanîngeha Dokuz Eylulê (DEU) hatin avêtin, guldebaxek reş ya li ser nivîsa "Akademî serî natewîne" danîn ber deriyê rektoriyê ya li Alsancakê. Di çalakiyê de dem bi dem dirûşmên "Dê tundî me bê zar neke" û "Dê akademî nebe kole" hatin berkirin. Berdevkê demî yê KESK'e Mustafa Guven diyar kir ku heta hevrêyên wan vegerin karê xwe, dê vê têkoşînê berdewam bikin û wiha axivî: "Bi rastî jî kesên aştî parastin dê bikevin dîrokê, lê ew kesên ku ew ji kar avêtin, dê di sergoya dîrokê de winda bibin."