KOCAELÎ - Cendirmeyan destûr neda ku heyeta HDP'ê ya tev li Meşa Edaletê bibe li ber Girtîgeha Kandira daxuyaniyê bide.
Heyeta HDP'ê ku ji wekîl û rêveberên HDP'ê pêk dihat, xwest li ber Girtîgeha Tîpa F a Kandira ku Hevseroka HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag lê girtî ye, daxuyaniyê bide çapemeniyê. Lê cendirmeyan destûr neda heyeta HDP'ê daxuyani bide. Cendirmeyên berê hatin cihê daxuyaniyê diyar kirin ku ew destûr nadin daxuyaniyê û ger çapemeniyî jî daxuyaniyê bikişîne dê alav û amûrên wan desteser bikin.
Cendirmeyan diyar kir ku Walî bi bihceta KHK û OHAL destûr nedaye û ew nikarin destûr bidin. Cendirmeyan piştî vê yekê nasnameya endamên çapemeniyê yên nûçe dişopandin yek bi yek di GBT re derbas kir û ew ji cihê bûyerê dûrxistin. Hin xebatkarên çapemeniyê ku piştre hatin daxuyaniyê bişopînin jî leşkeran ew paşve vegerandin. Cendirmeyan gef li rojnamegeran xwar û diyar kirin ku ger dûr nekevin dê wan binçav bikin. Parlamenterê HDP'ê Ertugrul Kurkçu jî diyar kir ku agahiya wan heye ku destûra daxuyaniyê nadin, lê wan randevû ji midûrê girtîgehê xwestine û dê biçin midûrê girtîgehê ziyaret bikin.
Hevdîtina heyeta HDP’ê ya bi rêveberiya Girtîgehê re didome.