AMED - Li navçeya Licê "qedexeya derketina derve" ya li 3 gundan a ku di 6'ê kanûnê de hatibû îlankirin saet di 05.00'an de hat rakirin.
Li 3 gundên Şenlîk, Bîrlîk û Akçapinar ên navçeya Licê ya Amedê ji aliyê Walîtiya Amedê ve di 6'ê kanûnê de "qedexeya derketina derve" ya hatibû îlankirin îro saet di 05.00'an de hate rakirin. Di daxuyaniya ji aliyê walîtiyê ve hat dayîn de hat gotin ku operasyona leşkerî ya hatiye destpêkirin jî bi dawî bûye.