Şaredar Nurhayat Altun nehat berdan

DERSIM - Rûniştina doza Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun ku girtî tê darizandin û 22.5 sal ceza jê tê xwestin, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dersimê hat dîtin. Altun ku 8 mehin girtîye nehat berdan.

Yekemîn rûniştina doza Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun ku bi îdîaya "rêveberiya rêxistinê" 8 mehin girtî tê darizandin, li 1 Dadgeha Cezayên Giran a Dersimê hat dîtin. Altun, ku li Girtîgeha Tipa F a Kandira te girtin, bi riya SEGBİS'e tev li rûniştina dozê bû. Parêzera Altun Reyhan Yalçindag, Barış Yildirim, Fatma Kalsen û Suna Bilgin li salonê amade bûn. Der barê Altun de îdîanameya ji 113 rupelan pek dihat hat xwendin. Tevlêbûna 22 daxuyaniyên çapemeniyê yên li Dersime hatin dayîn wekî sûc hat dîtin. Dîsa tevlêbûna Altun a merasima cenazeyan, tevlebûna xebaten KCD'ê, xebatên Partiya Heremên Demokratîk (DBP), wekî sûc hat ditin. Rojnameya Binevş a li malê hat dîtin jî wekî delil hat nişandan. Tevlêbûna Altun a 8'ê Adarê û Mihrîcana Munzur jî wekî delîla sûc hat nîşandan. Heyeta dadgehê yek bi yek ji Altun pirsî. Altun, berî parastinê bike hemû îdiayên der barê xwe de red kir. Altun, parast ku KCD ne dijzagoni ye û rêxistinek zagonî û rewa ye û wiha got: "Di bin baneyê we de komên bawerî, ekolojî, çand û beşên cuda hene û Platforma sivîl e. "


Parêzer Barış Yildirim û Prz. Reyhan Yalçindag jî parastin kirin û diyar kirin ku hemû xebatên muwekilên wan zagonî û rewa ne û xwest Altun serbest bê berdan. Heyeta dadgehê bi hinceta hemû delîl nehatine komkirin doz taloqî 23'ê Cotmehê kir. Heyetê biryara berdewama girtina ALtun da.