Fermandarê cerdirmeyan ji C.Ş. re got tu çima xwe rezîl dikî

AGIRÎ - Mehmet Şakîr ê li navçeya Panosê îşkence li hevjînê xwe C.Ş. kir, hevjîna wî C.Ş. bi dîmenan serî li Fermandariya Cendirmeyan a Panosê da. Lê leşkeran ev bersiv dan C.Ş.: "Tu çima vîdeoyeke ew qas qirêj parve dikî û xwe rezîl dikî."

Koordînasyona Meclisa Jinan a HDP'ê ji bo balê bikişîne ser jina bi navê C.Ş. a li navçeya Panosê ya Agiriyê hevjînê wê Mehmet Şakîr îşkence li wê kir, li avahiya HDP'ê ya Panosê daxuyanî da çapemeniyê. Endama koordînasyonê Semra Demîr da zanîn ku wan bi C.Ş. re hevdîtin kiriye, ji ber wêrekiya wê ew pîroz kirine.

Demîr aşkera kir ku piştî bavê C.Ş. vîdeo temaşe kiriye, keça xwe ji wê malê girtiye û wiha axivî: "Serî li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê dane. Lê cendirmeyan bi gotinên wekî 'Te çima dîmeneke wiha qirêj parve kir û xwe rezîl kir'. Li vir îşkence tê kirin."

DÊ SERLÊDANA SÛC BIKIN

Demîr piştrast kir ku di serî de C.Ş. û hemû jin bi fikar in ku Mehmet Şakîr bê ceza bimîne û wiha pê de çû: "C.Ş. newêre derê derve. Divê hemû rêxistinên jinan berê xwe bidin vî alî û şopdarê vê mijarê bin. Di şexsê C.Ş. de li dijî hemû jinan pêk hatiye."

Demîr herî dawî destnîşan kir ku ew dê şopdarên dozê bin û dê der barê Fermandarê Cendirmeyan ê Panosê de jî serlêdana sûc bikin.