Kes nikare meşa me rawestîne

KOCAELÎ - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û kesên pêre xwestin li ber Girtîgeha Kandirayê daxuyaniyê bidin, lê hatin astengkirin. Kemalbey got ku "Yuksekdag vîna gelên li Tirkiyeyê ye" û wiha pê de çû: "Di serî de jin, divê hemû gelê me xwedî li doza Yuksekdag derkeve. Em ê îro şûn de jî vê meşa xwe bidomînin."

Di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, heyeta ku xwest ji bo Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li ber Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê daxuyaniyê bidin, leşkeran ew asteng kirin. Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay li Tesîsên Bêhnstandinê yên Mînîkoşkê ya li ser rêya Kandirayê, bi daxuyaniyekî helwesta leşkeran şermezar kir.

Kemalbay da zanîn ku ew di rê de hatine rawestandin û wan tu daxuyanî neda ye û wiha got: "Hêzên çekdar ên dewletê, TOMA'yên wan em asteng kirin. Recep Tayyîp Erdogan di serî de di TRT'ê de, di hemû saziyên weşanê de daxuyaniyan dide. Lê HDP'ya ku partiya 3'yemîn a Meclisê ye, destûrê nadin daxuyaniyekê jî bide. Di bin navê OHAL'ê de hemû mafên demokratîk tên astengkirin û em vê yekê bi hev re dibînin."

Kemalbay piştrast kir ku dê piştî 242 rojan, sibê doza Yuksekdag bê dîtin û destnîşan kir ku Yuksekdag vîna gel û jian e û wiha pê de çû: "Tişta tê kirin, destaserkirina vîna gel e. Di lîteratora siyasetê de navê vê derbe û zordestî ye. Bi taybetî em bang li jinan dikin ku tev li doza Yuksekdag bin."

Kemalbay diyar kir ku ew dê îro şûn de jî têkoşîna xwe berdwam bikin û ev tişt got: "Em ê bi serbilindî têkoşîna xwe berdewam bikin."

Piştî daxuyaniyê, Kemalbay û heyeta pê re ji bo tev li Meşa Edaletê bibin, ketin ser rêya Kandirayê.