AMED - Doza 3 polîsê ku di sala 2006'an de li Amedê zarokê 8 salî Enes Ata û zarokê 14 salî Mahsum Mirzak qetilkirin 10 salin li korîdorên edliyeyê tevnê dirêse. Ji ber ku delîl hatine windakirin serî li DMME'yê hat dayîn û bi biryara ku Tirkiye sûcdare dê rûniştina 33'emîn a dozê îro bê dîtin.
Li Amedê di bûyerên 28'ê Adara 2006'an de ji ber êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê zarokê 14 salî Mahsum Mizrak û zarokê 8 salî Enes Ata jiyana xwe ji dest dan. Dê doza derbarê Mizrak û Ata de îro li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Rûniştina doza ku ji polîsên bersûc H.A., B.O. û N.O. re cezanyê muhebetê tê xwestin, di encama serlêdana malbatê ya li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) de, polîs sûcdar hatin dîtin dê îro bê dîtin.
QAPSÛL HATIBÛ GUHERTIN
Parêzerê malbatê Bariş Yavuz derbarê biryara DMME û rûniştina dozê de ji dîhaberê re axivî. Yavuz, diyar kir ku di doze de ew gihiştine asten girîng û wiha got: "Dema ji bo lêkolînê qapsûla bombeya gazê dibirin Krîmînala Cendirmeyan hatiye guhertin û ev bûbû sedem ku doz bê encam bimîne. Me derbarê mijarê de serî li dozgeriyê daye lê hêjî tu pêşketin çênebûne."
PÊŞKETIN ÇÊNEBÛNE
Yavuz, anî ziman ku ji ber di dosyaya lêpirsînê de tu pêşketin çênebûne, kujer nayên dîtin û wiha pêde çû: "Di doza ku delîl tune bin bê dîtin de ew doz rastî demburiyê tê. Ji ber vê me serî li DMME'yê da. 4 sal li ser serlêdana me re derbas bû. DMME'yê Tirkiye sûcdar dît. Li ser mirina zarokan re 10 sal derbas bû û ev 7 sale doz hatiye vekirin. Hêjî bersûc ne hatine cezakirin."
PIŞTÎ BIRYARA DMME'YÊ DOZA YEKEMÎN
Yavuz, behsa biryara DMME'yê ku dê bandorek çawa li ser doza 7 salan bike kir û wiha domand: "Biryar hêjî wergerî Tirkî ne hatiye kirin. Piştî biryarê doza yekemîne tê dîtin. Ger biryar bê lêkolînkirin, dê di lêpirsîn û zelalkirinê de bandorek girîng bike. Ger em bihizin ku em di welatekê hiqûqê de dijîn di çarçoveya berpirsyariyê de divê li dozê baş bê nêrîn. Di dozên ku peywirdarên dewletê bersûcin de lêpirsînek berfireh nayê kirin. Lê divê di van deman de lêpirsînek bi bandor bê kirin. Ger bi vê ferasetê tevbigerin dê dosyayên wekî vana ber bi demburiyê nekevin. Li Tirkiyeyê têgîna ku nayê guhertin; di demên ku bersûc peywirdarên dewletê bin nayên binçavkirin û girtin. Wekî ku dê peywirdarên cemaweriyê van sûcan nekin tê dîtin. Kesekî ku destûra çekgirtina wî hebe divê wekî bersûc bê darizandin. Divê ev vîn hebe."
Yavuz, destnîşan kir ku polîtîkayên bêcezakirinê Tirkiyeyê ji welatê hiqûqê dur dixe û wiha axivî: "Divê mekanîzmeya ku bikaribe peywirdarên cemaweriyên yên ku sûc dikin wekî bersûc bên darizandin bê avakirin."
ÇI BÛBÛ?
Li Amedê 28'ê Adara 2006'an polîsan êrîşî merasîma cenaze ku hat li darxistin kirin û pevçûn derketin. Zarokê 14 salî Mahsum Mizrak û zarokê 8 salî Enes Ata ku tevlî cenaze bûn, ji ber qepsûla bombeya gazê ya li serê wan ket bi giranî birîndarbûn û jiyana xwe ji dest dan. Serdozgeriya Komarê yê Amedê derbarê mirina Mizrak û Ata de lêpirsîn da destpêkirin. Di lêpirsîna hat vekirin de derbarê polîsên bi navê B.O., H.A. û N.O. de îdîaname hat amadekirin. Di 32'emîn rûniştina dozê de ji ber delîl hatine windakirin û hevdîtinên telsizê hatine îmhakirin encamek ne hat girtin. Rûniştina 33'emîn jî rûniştina yekemîn a piştî biryara DMME'yê ye.
08.12.2016 - 10:22:57