STENBOL – Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê 4’emîn kongreya xwe pek anî. Di hilbijartinê de Gulseren Yolerî bû Seroka ÎHD'a Stenbolê.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li avahiya xwe 4’emîn Civîna Giştî ya Awarte pêk anî. Civîn bi hilbijartina dîwan, xwendina raporan dest pê kir. bi axaftin û hilbijartinê bi dawi bû. Di civînê de Gulseren Yolerî Seroka ÎHD'ê hat hilbijartin. Leman Yûrtsever sekreter û Semîray Yilmaz jî hesabgir hatin hilbijartin.