KOCAELÎ - Berdevkê CHP'e Bulent Tezcan diyar kir ku wan di Meşa Edaletê de civîna xwe ya yekemîn a Meclisa Partiyê li dar xistiye, aşkera kir ku platformeke ku hemû Tirkiyeyê hembêz bike li pêşberê wan e, Platforma Demokrasiyê ya Mezin jî wekî hevdîtinê pênase kir. Tezcan bal kişand ser derbeya 15'ê Tîrmehê jî û wiha axivî: "Derbeya esasî derbeya 20'ê Tîrmehê ye."
Meşa Edaletê ya li Enqereyê hat destpêkirin, di roja 19'emîn de berdewam dike. Piştî navber dan meşê, Meclisa Partiyê ya CHP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Piştî civînê, Berdevkê CHP'ê Bulent Tezcan pirsên rojnamegeran bersivand. Tezcan da zanîn ku wan di meşê de cara ewil civîna MP'ê pêk aniye, ji bo rêveberê AKP'ê yê di êrîşa çekdarî de hat kuştin jî sersaxî xwest.
Tezcan aşkera kir ku rixmê şertên zehmet jî dê meşa berdewam bike û wiha axivî: "Heta edaletê bê dîtin dê meşa berdewam bike. Me di civîna Meclisa Partiyê de Meşa Edaletê nirxand."
‘JI DERVEYÊ EDALETÊ DIRÛŞM TUNE'
Tezcan da zanîn ku dê di 9'ê Tîrmehê de li ber Girtîgeha Maltepeyê mîtîngek pêk were û banga tevlêbûnê kir û wiha axivî: "Divê ji bo vê rojê hewldanek xurt hebe. Ev meş ne meşa partiyekê ye. Di meşê de fîlema an jî afîşekê partiyekê tune. Tenê edalet heye. Dê li Qada Maltepeyê jî tenê edalet hebe. Tenê dirûşmek me heye, ew jî 'heq, hiqûq û edalet e'. Kesên ku edaletê dixwazin dawetî ne."
Tezcan aşkera kir ku ev ne hevdîtineke ku tenê eniya 'na' tê de cih bigire ye, got ku "Meşa Edaletê ji bo kesên di 16'ê Nîsanê de dengê 'erê' bi kar anîn jî cihê hevdîtinê ye. Tişta esil edalet e. Divê platformeke her kesî hembêz dike bê avakirin."