Di bûyera binçavkirinê de çek hatin teqandin: Welatî û polîsek birîndar bûn

AMED - Li navçeya Rezan a Amedê, polîsan xwest welatiyekî binçav bike. Malbata ciwan li dijî binçavkirinê bertek nîşanî polîsan da. Di hewldana binçavkirinê de alozî deret û çek hatin teqandin. Di pevçûnê de yek jê polîs 2 kes birîndar bûn. Endamên malbatê yên navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin.

Li jora Girtîgeha tîpa E ya Amedê li ser Kolana Emek'ê ya Navçeya Rezan, polîsan xwest welatiyekî binçav bikin û çek hatin teqandin. Di bûyerê de polîsek û welatiyek birîndar bûn. Esanfê bû şahidê bûyerê diyar kir ku ciwanê xwest li dolmîşê suyarê, polisan ew rawestand û xwest wî binçav bikin. Şahid, anî ziman ku malbat ket navberê û destûr neda ku polîs kurê wan binçav bikin. Di aloziyê de çek hatin teqandin yek jê polîs 2 kes birîndar bûn. Piştre ambulans hat cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê. Piştî bûyerê Kolana Emekê li trafîkê hat girtin û lêkolîn hat destpêkirin.