RIHA - Li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê, polîs û leşkeran ji operatorê Kepçeyê xwest gorên kesên li Kobanê li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan xera bike. Operatorê kepçeyê jî bertek nîşanî wan da û got "Ez xera nakim" û piştre ji ser goristanê vegeriya.
Li navçeya Pirsûs a Rihayê leşker û polîsan saet di 09.00'an de bi 4 maşîneyên zirxî yên leşkeran û 5 maşîneyên zirxî yên polîsan çûn ser gora "Şehîtgeha Kobanê" û goristan dorpêç kirin. Leşker û polisan kepçe û operastorê kepçeyê jî bi xwe re birin û xwestin goristanê xera bike. Polîsan fermana "Xera bike" da operator. Operatorê kepçeyê jî got "Ez vî tiştî nikarim bikim û bertek nîşanî polîsan da. Li ser zexta polîsan operatorê kepçeyê tevî kepçeyê ji ser goristanê vegeriya û destûr neda goristanê xera bikin. Pişre polîs û leşkeran navên şervanên Kobanê yên li ser keliyê goran hatine nivîsandin bi boyaxê yek bi yek jê bir û li şûna wan nûmare danî. Hemû amblemên ku navê YPG, YPJ lê hebûn jî tev bi boyaxê jê birin.
Di bûyerê de bekçiyê goristanê yê cenazeyê neviyê wî jî di goristanê de ye ji heremê dur xistin.