DAÎŞ'ê li Mûsilê 32 sivîl kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên DAIŞê li herêma bajarê kevn ê Mûsilê êrişî sivîlan kir. Di êrişê de jin û zarok jî di nav de herî kêm 32 sivîl hatin kuştin.

DAÎŞ'ê li Mûsilê 32 welatî qetil kirin. Fermandarê Polîsê Federal ê Iraqê Ehmed Qasim el Ubeydî, têkildarî mijarê daxuyanî da û got: "Yek jê jin du êrişkarên xwekuj xwe di nava sivîlên ku ji bajarê kevn ê Mûsilê reviyan veşartin û dema gihîştin noqteya kontrol a ewlehiyê bombeye ser xwe teqandin. Di bûyerê de 5 jê zarok û 10 jê jin 23 kesan jiyana xwe ji dest dan."

15 POLÎSÊN IRAQÎ HATIN KUŞTIN

Ehmed Qasim da zanîn ku li herêma bûyer pêk hat di bin xeta çekên DAIŞê ye lewma cesed nehatin hilgirtin û got: "Dîsa li bajarê kevn ê Mûsilê di encama êrişa moşekî de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest da."
Li gorî agahiyên di êrişa hewayî ya balafirên koalîsyona navnetweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike de 15 polîsên Iraqî bi şaşî hatin kuştin.