Parêzer li ber edliyeyê hatin binçavkirin

ÎZMÎR - Parêzerên ku xwestin li ber Edliyeya Bayrakliyê daxuyaniyê bidin bi derbkirinê hatin binçavkirin.

Li Îzmîrê endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ji bo girtina komeleyên xwe şermezar bikin xwestin li ber Barakliya Îzmîrê şermezar bikin. Polîsên ku avahî dorpêç kirin diyar kirin ku ew ê ji ber biryara Serdozgeriya Komarê dê desturê nedin. Parêzeran jî li ser vê gotin ku ew ê mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin û dema ku daxuyanî dixwandin polîsan mudaxaleyî parêzeran kirin. Parêzerên ku dirûşma "OHD, ÇHD bêdeng nebûn dê nebin" berz kirin bi derbkirinê hatin binçavkirin.

Serokê ÇHD'ê yê Îzmîrê Serdar Gultekîn, Serokê OHD'ê yê Îzmîrê Fatma Demîrel û parêzer Oktay Ulsal, Îhsan Can Akmarul, Îlahî Oz, Dînçer Çalim, Kardelen Yoğunlaştirarak, Yunus Emre Guneş, Mehmet Bayraktar, Yemen Canan, Şule Hîzal, Erdogan Akdogdu, Fuat Şengul, Perîhan Kayadelen, Zohre Dalkiliç û Emre Dîrî yê hatin binçavkirin hate hînbûn ku ji bo kontrola tenduristiyê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Alsancakê.