Li hemberî germahiyê zêde zêde avê û dewê şor vexwin

ENQERE - Dr. Selma Gungor, têkildarî germahiya zêde ya demsala havînê, xwest ku kes saet di navbera 11:00 û 15:00'an de dernekeve derve û zêde av bê vexwarin û mast bê xwarin.

Bi destpêka havînê re germa jî zêde bû. Ji ber demsala havînê germa zêde ye, gele welatî li diji germaya zêde bêzar in. Têkildarî germaya zêde posporan rêbazen parastinê û çareserî pêşniyar kirin. Endama Konseya Navenda Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Selman Gungor, xwest li dijî germayê zêde av vexwin û xwarina bi rûn nexwin.

Dr. Selma Gungor berî her tiştî mirovên nexweş hişyar kir û xwest li ber tavê negerin. Gungor, anî ziman ku gelek nexweşî girêdayî xwîna zêde ne û wiha got: "Dema laşê mirov zêde xwî dide, av û xwêya bedena mirov kêm dibe. Ji ber vê yekê divê di germaya zêde de, mirov zêde zêde av vexwe. Kesên nexweşên dil, gurçik, nexweşên pişit û fatreşkê divê zêde li ber tavê negerin. Divê herî kêm rojê 2.5 litre avê vexwin. Divî hin caran ji bo tansiyon kêm nebe pir hindik tama devê xwe şor bikin. Divê di vê demsalê de her kes li xwarinê jî baldar bin. Divê xwarina demsalê bê xwarin. Di vê demsalê de nava mirovan zêde diçe. Herî zêde zarok berşoşî dibin. Ji ber fekî û zebzeyan enfeksiyona roviyan çê dibe. Ji ber vê yekê divê baş bên şuştin û wekî gêraz û mişmiş zêde neyên xwarin. Divê team û fêkî zêde bê xwarin. Lê divê baş bê şuştin û piştre bê xwarin."

DEWÊ ŞOR VEXWIN

Dr. Gungor, anî ziman ku ji ber germaya zêde mirov zêde xwî dide û wiha got: "Ji ber xwî dide av û xwêya laşê mirov winda dibe. Ji bo dîsa av û xwêya bedena mirov bê cih ya herî baş dewê şor e. Divê mirov zêde zêde av vexwe. Dewê şor vexwe û mast bixwin. Dîsa divê kartolên kelandî, Muz, xox, zêde bên xwarin."

XWE JI TAVÊ BIPARÊZIN

Dr. Gungor, xwest ku mirov xwe ji davê biparêzin wiha got: "Divê mirov di saetên navbera 11:00 û 15:00 'an de zêde dernekeve derve. Yên dikevin rûbar û deryayê jî divê xwe ji şewata tavê biparêzin. Bi taybetî divê li ava paqij avjenê bê kirin. Çem û rûbarên ku ava wan qirêj be divê teqez mirov nekeve nava wê. Di vê demsalê de tişta herî muhîm paqijî ye û vexwarina avê ya zêde ye. Dîsa di saên herî germ de dernekevin derve. "