Beştaş: OHAL'a niha rêveberiya awarte jî derbas kir

AMED - Parêzer Mesût Beştaş ku 27 sal in parêzeriyê dike, pêvajoyên ku heta niha dîtine da ber hev û diyar kir ku OHAL'a îro hîn bêtir sîrayetî civakê dike û pêkanînên wê ji yê rêveberiya awarte jî dijwartir in.

Ji salên 80'yî ve li herêmê di bin navên cuda de OHAL tê sepandin û êdî hatiye wê astê ku hikûm li ser her tiştî dike. Yek ji şahidên van pêvajoyan Parêzer Mesût Beştaş, dest nîşan kir ku OHAL'a niha gelekî ji yên berê xerabtir e. Beştaş, anî ziman ku dema derbeya 1980'yî ew zarok bûye û wiha got: Heta sala 1987'an rêveberiya awarte hebûye û paşê OHAL ketiye dewrê. Di dema rêveberiya awarte de Dadgehê Rêveberiya Awarte li dozên polîtîk dinihêrî. Min di salên 90'î de dest bi parêzeriyê kiriye û OHAL nas kiriye. 27 sal in ez parêzeriyê dikim, lê piraniya wê bi pêvajoya OHAL'ê derbas bûye."

‘JI BER OHALA BERÊ EM KETIN VÎ HALÎ'

Beştaş, OHAL'a berê û ya di 20'ê Tîrmeha 2016'an de hat îlankirin nirxand û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê di sala 1987'yî de ji rêveberiya awarte derbasî OHAL'ê bû. Wê demê OHAL weziyeta baş a rêveberiya awarte bû. Lê îro em ji rewşeke asayî derbasî OHAL'ê bûn. Em ber bi rewşeke nebaş ve çûn. Dema em di warê huqûqî de lê binihêrin, a rast di OHAL'ê de encameke wek huqûqê heye, têgihiştinek heye. Yanî rewşa 'heke OHAL hebe tu nikarî li mafê xwe bipirsî', 'ez ê te bigirim' heye. Bi OHAL'a dawî re têgihiştineke wek ku hemû mafên mirovan hatine hilawistin heye. Dadwer jî bawerî vê têgihiştinê dikin û bi nêzîkatiyeke 'Heke OHAL hebe ez ê ceza bidim', 'Heke OHAL hebe ez ê bi encamên derhuqûqî biryaran bidim' tevdigere. Cudahiya herî girîng jî ew e ku kesên bi rê ve dibin çi bixwazin wê dikin. Pergala OHAL'a îroyîn tiştekî wisa ye ku tu dibêjî qey wek amûra bidestxistina îktîdara mutleq tê nirxandin. Dema em dadwerê îroyîn û yên OHAL'ên berê berawirdî hevdu bikin dadwerê îroyîn bêtir xwe di talûkeyê de hîs dike. Dikare biryarê bide lê wek dadwer nikare bide. Wek personelekî Wezareta Dadê dikare biryarê bide. Tu mirov xwe di ewlehiyê de hîs nake. Yanî mirov dikare bibêje ku ji ber OHAL'a berê em ketin vî halî."

‘JI BER OHALÊ ÎŞKENCE JÎ NAYÊ LÊKOLÎNKIRIN'

Beştaş, anî ziman ku di OHAL'a salên 90'î de rewşeke ku çav bi çavan nediket hebû, her roj cinayetên "kiryar nediyar", şewitandina gundan, îşkence, suîqast hwd. hebûn û wiha axivî: "Lê îro rewşa bêcezatiyê bi awayekî zelal xwe nîşan dide. Ji ber dadwerek an jî dozgerek xwe ewle hîs nake, bi hinceta OHAL'ê îşkence, cinayetên kiryar nediyar nayên lêpirsînkirin. Li Tirkiyeyê tim û tim dadweran dev ji edaletê berdaye û li cem îktidarê cih girtine, lê îro rewşeke cuda heye."

‘OHALA NIHA SÎRAYETÎ HEMÛ DERDORÊN CIVAKÊ DIKE'

Beştaş wiha domand: "Bi OHAL'a ku di sala 1987'yî de hat îlankirin re li herêmê êşên giran hatin kişandin. Cinayetên kiryar nediyar, siyasetmedar hatin revandin, qetilkirin. Mebest ji cinayetên kiryar nediyar ew bû ku civak tim zext û çewisandinan hîs bike û her kesî wek hedefê nîşan bidin. Di polîtîkayên pêvajoyên dawî de jî heman pêkanîn tên kirin. Piştî zêdeyî 200 hezar îxracî, nêzî 100 hezar girtinî, bi sed hezaran binçavkirinan her kes bi rîskê re rû bi rû ye. Rewşa dibe ku ji nişkave ji kar bêm avêtin, bêm binçavkirin û girtin heye. Dema mirov di vê çarçoveyê de jî lê binihêre OHAL'a niha li gor ya berê bêtir sirayetî civakê kiriye. Darizandin ne kêmî yên 12'ê Îlonê ne. Heta 12'ê Îlona 1989'an yanî dema îktîdara Kenan Evren 600 hezar kes hatin binçavkirin. Lê niha di 6 mehên dawî de milyon û 600 hezar kes hatine binçavkirin. Di salên 90'î de diyar bû dê kî bibin hedef, lê niha mirov nikare heman texmînê bike. Çimkî pîvanek tune ye û berê xwe didin her kesî."