NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), desteserkirina dêr, keşîşxane, erd û zeviyên Asûrî-Suryaniyan ji aliyê hikûmetê ve şermezar kir.
KNK'ê bi daxuyaniyek nivîskî destnîşan kir ku dêr, keşîşxane, erd û zeviyên Asûrî-Suryanî-Kildanî yên li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine desteserkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk beriya niha bi qirkirina civakên Xiristiyan re dest danîbû ser mal û milkên wan û diyar kir ku bi vê desteserkirina dawî re hewl tê dayin dîroka van gelan ji binî ji holê bê rakirin. KNK'ê destnîşan kir, ku di vê pêvajoyê de ewê li gel gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî bin û bang kir ku mal û milkên wan tavilê radestî nûnerên van gelan werin kirin.